REQQA - Di operasyona Reqqayê de şervanên YPJ'ê jî cihên xwe digirin, yek jî fermandarên YPJ'ê Fîdan Kobanê ya di operasyonê de li dijî DAIŞ'ê şer dike, diyar kir ku ew ê Reqqayê azad bikin û got "Em ê hişmendiya qirêj di dilê wê de tune bikin û Reqqayê diyarê gelan bikin."
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî hebûna DAIŞ'ê ya li Reqqayê, di roja 29'emîn de berdewam dike. Pêngava bi "Şerê Mezin" hat destpêkirin, eniyên rojhilat û rojava yên Reqqayê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin û ket destê şervayên QSD'ê, şerê li vê herêmê li taxên Rewda û Nehdayê dijwar bûye. Her roja ku derbas dibe dor li DAIŞ'ê tê tengkirin, fermandara YPJ'ê Fîdan Kobanê aşkera kir ku di vî şerî de şervanên jin jî dîrok nivîsîn.
JINAN XWE JI REQQAYÊ RE AMADE KIR
Kobanê destnîşan kir ku ev 7 meh e wan li derûdora Reqqayê operasyon daye destpêkirin, destpêkê ji 3 milan ve bajar dorpêçkirine. Kobayê piştrast kir ku wan eniyên rojhilat û rojava ji DAIŞ'ê paqij kirine û bi berdeleke mezin xwe gihandiye navneda Reqqayê, ji bo bajêr bi tevahî ji DAIŞ'ê paqij bikin, operasyon bê navber berdewam dike.
‘HÊVIYÊN GEL VALA NEÇÛN’
Kobanê aşkera kir ku gelek hêz di bin sîwana QSD'ê de cih digirin û wiha axivî: "Me jî bi navê YPJ'ê di vê pêngavê de cih girt. Wekî hêza jinê amadekariyek xurt hebû. Me bi moralek mezin dest bi vê pêngavê kir. YPJ gaveke dîrokî avêt. Hemû cîhan di wê bendewariyê de bû ku YPJ biçe Reqqayê. Hêvî û bendewariyên gelê me vala derneketin. Em ê navenda Reqqayê diyarê gelên xwe bikin."
'BILA REQQAYÎ NETIRSIN'
Kobanê piştrast kir ku şerê li navendê şerê hemû gelan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev roj, rojên mirovahiyê ne. Em hemû ji bo mirovahiyê ji faşîzma DAIŞ'ê rizgar bikin, tê dikoşin. Bila reqqayî êdî netirsin. Bila bên bi me re mil bi mil şer bikin."
'EM Ê DAIŞ'Ê DI DILÊ WÊ DE LÊ BIDIN'
Kobanê derbirî ku ew ji bo armancên jinên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dimeşin, di vê têkoşînê de jin hem di warê ruhî, hem di warê fîzîkî û hem jî di warê fikrî de cih girtiye. Kobanê got ku tişta ku bikeve ser milê YPJ'ê dê bi layîqî bîne cih, ew dê bibin kabûsê DAIŞ'ê. Kobanê da zanîn ku jin mil bi mil ji bo azadkirina Reqqayê tê dikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo wehşet û hovîtiya DAIŞ'ê ya li dijî civakê bê tunekirin, em dê derba dawî lê bidin. Ev hişmendiya qirêj a ku rûmeta jinê digire binê piyan, di dilê wê de lê bidin. Em dixwazin her kesên bêhna azadiyê ji wan tê, di vê pêngava dîrokî de cihên xwe bigirin."
Nazim Daştan - dîhaber