AMED - Alîkara Hevşaredara DBP'a Erxaniyê Gulistan Polat hat binçavkirin.
Alîkara Hevşaredara DBP'ê ya navçeya Erxaniyê ya Amedê Gulistan Pola di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û ew anîn Amedê. Sedema binçavkirina Polat nehat zanîn, hat gotin ku dê di çarçoveya lêpirsînê de Dozgerê Amedê îfadeya Polat bigire.