ENQERE – Polîsan di çalakiya duh de milê Velî Saçilik şikand û bi erdê kaşkirin. Di heman demê Saçilik di operasyona “Vegera jiyanê” ya 2000'an de milê wî bi kepçê hatibû jêkirin û avêtibûn ber kuçikan. Kêliyên şikandina milê Saçilik ji aliyê nûçegihanê dîhaberê ve hat kişandin.
Yek ji berxwedêrên Kolana Yuksela Enqerê Velî Saçilik e û her roj rastî tundiya polîsan tê. Milê Saçilik di 5’ê tîrmeha 2000’an de dema li Girtîgeha Burdurê girtî bû, bi navê operasyona “Vegera jiyanê” bi derbeya kepçeyê milê wî hat jêkirin. Milê din ê saxî mayî jî di roja salvegera milê wî din hat jêkirin piştî 18 salan ji aliyê polîsan ve hat şikandin. Saçilik jî li gel Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça bi boneya vegerin karê xwe 238 roj e li berxwe dide. Saçilik ji bo milê xwe şikandî çû Nexweşxaneya Îbnî Sîna û li vir daxuyanî da.
'JIYANA NÛRIYE Û SEMÎH MIJARA GOTINÊ YE’
Saçilik di daxuyaniyê de ev tişt got: “Ev 3-4 roj bû polîsan êrîş nedikir. Bi yek carekî pir tund êrîş kirin. Gazê reşandin ser çavê min. Ji bo gaz neyê serçavê min min destê xwe danî pêş. Polîsek milê min kişand û li ser mil min xist erdê. Ji ber birîn germ bû min ewil fêm nekir. Pişt re ez hîn bûm ku bazinê stûyê min şikestiye. Dema ez çûm nexweşxaneyê jî 12 hevalê me hatin binçavkirin.
Em li wir çalakiyek aştiyane dikin. Em daxwaza karê xwe dikin. Lê wan peykerekî dîl girt. Dixwazin navê Semîh û Nûriye li her deverî qedexe bikin. Ji ber vê yekê jî zêde êrîş dikin. Dayika min bi erdê re kaşkirin. Îşkenceyek nema ku li min nekirin. Lê 237 roj e em li wir in. Fêm nakin ku em ji wir naçin. Li gel milê xwe şikestî ez ê dîsa li wir bim. Milê min pak dibe lê jiyana Nûriye û Semîh mijara gotinê ye. 117 roj e birçî ne. Karê xwe paşve dixwazin. Em dixwazin ku hikûmet mamosteyên me hilde kar. Bila dawî jî li vê zilmê bînin. Dixwazin me bi tepisînin. Em gelek mafdar in. Zikê me ji derewê wan re têr e. Lê zikê me ji bo edaletê birçî ye. Em ê ji bo edaletê têkoşîna xwe dewam bikin.”
KÊLIYA KU MILÊ WÎ TÊ ŞIKANDIN
Dema polîsan êrîşî Saçilik kir, wêneyên kêliya ketin û mil şikandina wî ji aliyê nûçegihanê dîhaberê Bariş Boyraz ve hat kişandin. Saçilik ê ku bi êşa mila xwe ve eleqedar dibû, tê xuyakirin ji aliyê polîsekî ve bi erdê re tê kaşkirin. Di vê navberê de polîsek jî li ser serê Saçilik sekiniye û bi destê xwe îşaretan dike. Balkêş e wêneyê Chê ku li ser dilê Saçilik e li polîsan dinêre û wêne mirovan matmayî dihêle.