DENÎZLÎ / ÎZMÎR – Duh bişev li Denîzliyê di daristanê de şewat derket, 3 tax hatin valakirin. Maşîneya kar a ji bo mudaxaleyê şewatê bike diçû herêmê, bi tankera LPG'ê re li hev qelibîn, 3 kesan jiyana xwe ji dest da. Şewata li Îzmîrê ev 4 roj e dewam dike.
Duh bişev li daristanên taxa Kabaagaçê ya navçeya Saraykoyê ya Denîzliyê şewat derket. Li ser agahiyan Miduryeta Herêmê ya Daristanên Denîzliyê 2 balafir şandin herêmê, li gel balafiran, 4 helîkopter, gelek arazoz û karkerên daristanê jî sewqê herêmê hatin kirin. Ekîban ji beşahî û hewayî mudaxaleyê şewatê kirin. Ji ber şewatê xwe gihant wargehên welatiyan, taxên Karaagaç, Tekke û Tirkaz hatin valakirin.
Maşîneya kar ji bo mudaxaleyê şewata Saraykoyê bike diçû herêmê, di rê de bi tankera LPG'ê re li hev qelibîn, 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Ji hêla din ve li navçeya Menderesê ya Îzmîrê jî di 1'ê Tîrmehê de şewat derketibû ev 4 roj e nehatiye temirandin.