Li Amedê 3 karsaz hatin girtin

AMED – Li Amedê karsazên kurd Mehmet Çelîk, Nîhat Salmiş û Firat Bal hatin girtin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 22’ê hezîranê de li dijî karsazan operasyona qirkirina siyasî pêk hatibû. Karsazên kurd Mehmet Çelîk, Nîhat Salmiş û Firat Bal ku hebûn binçavkirin, derxistin edliyê. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Çelîk, Salmiş û Bal sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Her 3 karsaz bi angaşta “Fînanse ji rêxistinê re temîn kirine” hatin girtin.

Di derbarê karsazên binçavkirî de agahî nehatin bidestxistin. Di çarçoveya heman operasyonê de xwediyê Înşata Bîrtane, Celalettîn Bîrtane di 30’ê hezîranê de hatibû girtin.