Kiliçdaroglu: Tirkiye bû dewleta partiyê

KOCAELÎ – Meşa Edaletê di roja 20'an de didome. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di meşê de diyar kir ku Tirkiye bûye dewleta partiyê.

Meşa Edaletê ku ji Enqere ber bi Stenbolê ve dest pê kiriye di roja 20'an de didome. Meşa şevê din li Parka Arasta ya navçeya Yahya Kaptan a Kocaeliyê navber dan îro serê sibê ji Parkê dest ê kir. Beriya meşê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û girsê gora Şaredar a 46 sal berê di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû Leyla Atakan ziyaret kir. Beriya meşê Kiliçdaroglu diyar kir ku ev meşa Edaletê pir bi wate ye û êdî Tirkiye bûye dewleta partiyê û wiha got: "Hemû sazî û dezgehên dewletê bûne wekî şaxa fermî ya AKP'ê. Divê îktîdara siyasî dengê meşa Edaletê bibîne.

Kiliçdaroglu, piştre serlêdana DMME'ê ya encama referanduma 16'ê Nîsanê îmze kir. Endamên Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê jî tev li meşê bûn. Bi deh hezaran kesên beşdari meşê bûn, siloganên “Heq, hiqûq edalet" berz kirin. Ji ber ku îro baran dibare li bendê ye 18 kilometre rê bimeşin.