Nûçegihanê Medyascope TV hat binçavkirin

AMED – Li Amedê nûçegihanê Medyascope TV Mehmet Çakmakçi di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Li Amedê di saetên serê sibê de polîsan bi ser mala nûçegihanê Medyascope TV Mehmet Çakmakçi de girt û binçavkirin. Hinceta binçavkirina Çakmakçi nehat zanîn û ew birin Şaxa TEM’ê ya li Midûriyeta Polîsan a Amedê.