Parêzeran tecrîda li ser Yuksekdag îtîraz kir

ENQERE - Parêzerên hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag têkildarî tecrîda li ser Yuksekdag tê meşandin giliyê rêveberiya girtîgehê li dozgeriyê kirin. Parêzeran biryara 4'emin Dadgeha Sulh Ceza ya hevdîtin di bin qeydan de çêbibe jî îtîraz kir.

Parêzerên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku li Girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira ya Kocaelî dimîne, biryara 4’emîn Sulh Ceza ya Amedê ku der barê Yuksekdag de ya “Bila Yuksekdag 3 mehan bi parêzerê xwe de di bin peyd û deng de hevdîtin bike. Hemû belgeyên hevdîtinê bên desteserkirin” dabû îtîraz kirin. Parêzeran dîsa desteserkirina notan a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve jî îtîraz kir. Parêzeran mijara bi riya SEGBİS’ê beşdarî dozê bibe jî îtîraz kirin.
Parêzeran li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kirin û xwestin ev tecrîda li ser Yuksekdag bi dawî bibe.