WAN – Li navenda Wanê di serdegirtina malan de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin.
Li taxên navenda Wanê di saetên serê sibê de bi beşdariya polîsên tîmên taybet bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de hat zanîn ku herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê û hinceta binçavkirinê nehat zanîn.
Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ye: Derya Sogukbulak, Vahap Kaba, Yavuz Yildiz, Saîme Yildiz, Pervîn Ozgur, Serap Guveç, Mugdat Yorulmaz, Ferhat Komî, Akîf Komî û Mehmet Numaş.