YALOVA – Li Yalovayê ji ber barîna barana zêde gelek mal û serayên çîçekan di bin avê de man.
Li navçeya Çinarcikê ya Yalovayê di saetên serê sibê de ji ber barana zêde gelek mal û û serayên çîçekan di bin avê de man. Li bajaroka Koru ya bi ser navçeyê ve, ji ber xebatên islahkirina newalê lehî rabû. Gelek serayên çîçekan û jêrzemînên avahiyan di bin lehiyê de ma. Hin welatiyên li ber malên xwe asê man ji aliyê komên îtfaiye û AFAD’ê ve hatin rizgarkirin.
Ji ber lehiyê rêya Koru-Çinarcikê ji çûnehatê re hat girtin. Veguhastin di rêyên alternatîf re hat peyderkirin.