Parêzer ji girtina Rojnamger Çelîk re itîraz kir

STENBOL – Prz. Ozcan Kilinç, girtina Midûrê Nûçeyan ê DÎHA’yê ya ku bi KHK hat girtin Omer Çelîk îtîraz kir û diyar kir ku wesfê sûc di îdanameyê de hatiye guhertin û tehliyeya wî xwest.

Midûrê Nûçeyan ê DÎHA’yê ya bi KHK ku hat girtin Omer Çelîk di 25 kanûna 2016’an de bi hinceta mailen Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê Redhackê ve hatibû weşandin kiriye nûçe hatibû binçavkirin. Çelîk 24 rojan şûn ve bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” di 17'ê Çile de hatibû girtin. Çelîk li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin. 191 roj şûnve îdanameya Çelîk ji aliyê 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a ku ji 12 rûpelan pêk tê hat hat qebûlkirin. Di îdanameyê de ji Çelîk bi tewanbariya “Propagandaya rêxistinê” û “Astengkirin û betalkirina daneyan tunekirin a pergala înformatîk an jî guhertin” tê sûcdarkirin. Parezerê Çelîk, Ozcan Kiliç li dijî girtina Çelîk îtîraz kir.

DAXWAZA TAHLIYÊ KIR

Kiliç di daxwaznameya bo tahlikirina muwekîlê Çelîk de amade kir de got ku biryara girtinê û cezayê di îdanameyê de tê xwestin hatiye guherîn. Kiliç destnîşan kir ku wesfê sûc hatiye guherîn û daxwaza serbest berdana muwekîlê xwe kir.

ÇELÎK JI BER PARVEKIRINAN TÊ SÛCDARKIRIN

Di îdanameya Çelîk de parvekirinên medya civakî yên Twîtterê hincet hatin nîşandan û Çelîk ji ber parvekirinên xwe tê sûcdarkirin.