Doza Onder û Pîr taloqî meha Kanûnê kirin

AMED - Dozên ku der barên wekîlên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Ziya Pîr de hatibûn vekirin, ji bo kêmasiyên wê bên temankirin taloqî meha Kanûnê kirin

Bi hinceta di şahî û çalakiyên di navbera salên 2015-2016'an de axaftin kiriye, bi van axaftinên xwe "Gel teşwîqê kîn û neyartiyê kiriye", "Endamê rêxistinê ye" û 2 caran "Propagandaya rêxistinê" kiriye, der barê wekîlê HDP'ê Ziya Pîr de heta 33 salan ceza tê xwestin. Doza li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîin parêzerê wî amade bû. Ji bo mutalaya esasî bê amadekirin dosya dan dozgeriyê. Ji bo doz bê berfirehkirin û mutala ji bo doza pêşerojê bê amadekirin doz taloqî meha Kanûnê kirin.

Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî di operasyona li dijî wekîlan de di 4'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û bi "şertê kongrola edlî" hatibû berdan. Doza ku heta 40 sal û 6 mehan ceza ji Onder re tê xwestin. 3'yemîn rûniştina dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de berdewam kir û bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye", 3 caran "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Gel teşwîqê kîn û dijminahiyê kiriye" ceza ji Onder re tê xwestin. Piştî parastina parêzeran, dosger xwest kêmasiyê sosyayê bên temankrin û doz taloqê meha Kanûnê kir.