Meclîsa Jinan a HDP: Li Tirkiye mêrantî tê mezinkirin

ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî bûyera Panosê daxuyanî da. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, diyar kir ku li Tirkiye tundiya mêr a li dijî jinê êdî bûye rojane û wiha got: "Li Tirkiye tundiya li dijî jinê bûye rojane. Mêr tê mezinkirin û dijminantiya jinê tê zêdekirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP Dilan Dirayet Taşdemir, têkildarî bûyera li navçeya Panosê ya Agiriyê daxuyaniya nivîski şand. Mehmet Şakîr Şahîn îşkence li C. kiribû û bi zorê pîsî pê dabû xwarin. Têkildarî mijarê Taşdemir, daxuyaniya nivîskî da û tundiya li dijî jinan şermezar kir. Taştemîr, anî ziman ku anî ziman ku ev bûyer çespandina ku tundiya mêr çiqas li dijî jinê pêş ketiye û wiha got: "Li Tirkiye tundiya mêr bûye rojane. Îşkenceya giran her roj tê kirin û bûye rojane. Jinê mecbûrî jiyana li ser sînorê mirinê dike. Li Tirkiye hikûmet tundiya li dijî jinê rewa dike. Mêrantî tê mezinkirin û dijminantiya mêr a li dijî jinê tê mezinkirin.


Taşdemîr, anî ziman ku li dijî jinê îşkenceyek bi sîstem pêş dikeve û hişmendiya hikûmetê tundiya li ser jinê bincil dike û wiha got: "Piştî vîdeo hat belav kirin lêgerîna parastina maf dest pê kiriye. Lêgerîna maf girîng e. Divê hemû jinên rastî tundiyê tên li mafê xwe bigere. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî (ASPB), heta niha tu tişt nekiriye. Jin wekî depoya dengan tên dîtin. Der barê jinên kar, pîr û seqet de heye, lê der barê tevahiya jinê de tu xebat tune ye."

Taşdemir, anî ziman ku HDP partiya jinê ye wiha got: "Em dizanin ev bûyer ne tenê bi Agirê bi sînor e. Li tevahiya Tirkiye bûyerên bi heman rengi hene. Me bi saziyên jinan, hiquqnas û malbatê re hevdîtin kir û em pêvajoyê dişopînin. Em dê têkoşîna siyasî berdewam bikin."