STENBOL – Di nav de Midûrê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk jî heye 6 rojnameger ên ji ber maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak hatibûn girtin, dê di 24 cotmehê de yekemîn car derkevin pêşberî dadgehê.
Bi boneya maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatibûn weşandin û bûbûn nûçe 6 rojnamger ji 25’ê kanûna 2016’an ve hatibûn binçavkirin. Di 17'ê Çile de hatibûn girtin. 1'emîn danişîna doza Midûrê Nûçeyan ê DÎHA’yê ya bi KHK hat girtin Omer Çelîk û nûçegihanê DÎHA’yê Metîn Yoksu, edîtorê nûçeyan ê Dîkenê yê berê Tunca Ogreten, Midûrê Karê Nivîsan a Berpirsa ETH’yê Derya Okatan, Berpirsê Hesabgirê Rojnameya BîrgunêMahîr Kanaat û Midûrê Karê Nivîsan ê Berpirsê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin diyar bû. 6 rojnameger dê di 24’ê comtehê de derkevin pêşberî 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê û doza wan bê dîtin.