ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr diyar kir ku kesên ji bo doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bişopînin hatine Enqereyê û wiha got: "Walyê Enqereyê û Wezareta Karên Hundur doprêçeke faşîzan û dijî hiqûqê daye ser wan."
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, ji bo balê bikişîne ser doza Fîgen Yuksekdag, li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da. Baydemîr aşkera kir ku di 4'ê Mijdarê de li dijî HDP'ê derbe pêk hatiye û tê xwestin siyaseta demokratîk tasfiye bikin û piştrast kir ku ji wê rojê heta niha 242 roj derbas bûye û hiqûq ji holê hatiye rakirin. Baydemîr got ku dê cara yekemîn Yuksekdag derxin dadgehê û wiha axivî: "Lê HDP dîsa bi hemû bêhiqûqiyê re rû bi rû ye. Duh ji daxuyaniya li ber Girtîgeha Kandirayê re gotin 'Ferman ji cihekê bilind heye' nehiştin em daxuyaniyê bidin."
Baydemîr ev pêkanîn wekî "dorpêça bêhiqûqiyê" pênase kir û aşkera kir ku ev bê hiqûqî dê rojekî teqes vegere wan jî bibîne. Baydemîr li ser negirtina kesên xwestin bên Enqereyê jî sekinî û wiha pê de çû: "Tiştek biqewime dê berpirsyarî ya we be." Baydemîr got ku "Ev feremana faşîzîm û bêhiqûqiyê ye" û destnîşan kir ku ew dê serî ji vê re netewînin.
Baydemîr piştî daxuyaniyê ji bo dozê bişopîne derbasî Edliyeya Enqereyê bû.