EDENE - 15 girtiyên jin yên ji Girtîgeha Hejmar 1 ya Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kirin, hatin derbkirin.
Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê nû hatiye çêkirin û di 28'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Sîncanê 15 girtiyên jin sirgûnê wir kirin. Girtiyên bi navê Şefîka Bîlîcî, Leyla Aşkan, Sozdar Acar, Şehrîban Çoban, Nayîme Encu, Cemîle Duman, Tuba Sert, Sultan Atabay, Dîlan Bakay, Şerîka Atoş û Şîlan Çetîner, di dema sirgûnê de leşker û gardiyanan ew derb kirin. Ji ber hovîtî û îşkenceya hêzên dewletê, laşê jinan şer û şîn bû.
'DENGÊ ME BIBIHÎSIN'
Şehrîban Çoban duh bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û ev tişt ragihandin: "Çarşema borî 15 hevrêyên me sirgûnê vir kirin. Dema ew anîn hevrêyeke me derb kirin. Dema me bertek da nîşan, gelek gardiyan û leşkeran êrîşê me kirin. Em yek bi yek girtin odeyê. Yekê desê me ji piştê ve tewand, yekê jî li me dida, porê me kişandin. Piştre em birin odeyên din û li wir li me dan. Ji bo razanê tu tişt nedan me. Alavên me nedan me. Di xarin û avê de kêmasî hene. Pêlav û goreyên me ji me standin. Em pêxwaz digerin. Piştî hevdîtinên bi malbatê re, em tên derbkirin. Li vir şidet û tundiyek zêde heye. Dengê me bibihîsin."