Malbatên Roboskê jî tev li Meşa Edaletê bûn

KOCAELÎ - Meşa Edaletê di roja 20'an de berdewam dike. Malbatên Roboskê jî tev li meşê bûn û xwestin Edalet ji bo her kesî be.

Meşa Edaletê di roja 20'an de didome. Malbatên Roboskê jî tev li meşa Edaletê bûn. Meş gihnişt Navçeya Derince. Meşvanên ku serê sibê dest bi meşê kirin îro heta niha 10 kilometre meşiyan. Meşvan piştî 8 kilome bimeşin dê navberê bidin meşê. Îro KESK, Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê û Malbatên Robostê tev li meşê bûn. Hevparên Platforma Şaxan a KESK'ê pankarta “Ji neheqî, îxracên bê hiqûqî re na", "Em karê xwe paşve dixwazin" vekirin. Dîsa di meşê de wêneyên Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 118 rojin di grevê dene vekirin.

Malbatên Roboskê li gel Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li pêş meşiyan û dowîzên “Êdî Bes e” û “Ji bo Roboskê Edalet" vekirin. Malbatan di meşê de wêneyê 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan rakirin û siloganên "Edalet" “Êdî Bes e” berz kirin.

Li ser navê malbatan Veli Encu, axivî û got: "Ger ku edalet ji bo her kesî hebe edalet e." Malbat piştre ji bo Wekilê HDP'ê Ferhat Encu ziyaret bikin çûn Girtîgeha Kandirayê.