Yuksekdag: Daraz ji ezmûnekî dîrokî derbas dibe!

EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê bi SEGBÎS'ê beşdarî doza xwe li Edeneyê bû di parastina xwe de got ku îdiayên der barê wan de bi beraliya siyasetmedaran tê kirin û daraz ji ezmûnekî dîrokî derbas dibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ku di 4'ê mijdarê de hate girtin û li Girtîgeha Kandirayê ye bi SEGBÎS'ê ve beşdarî doza ku der barê wê de ji ber axaftinên xwe yên merasîma cenazeyê kesên di Qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane kiriye, bû. Yuksekdag di doza ku bi SEGBÎS'ê beşdar bû ya li 11'emîn Dageha Cezaya Asliyeyê ya Edeneyê de parastina xwe kir. Xebatkarên çapemeniyê negirtin dozê, parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat û HDP'iyan doz şopandin.

Piştî tespîta nasnameyê Yuksekdag parastina xwe kir. Yuksekdag got ku îdiayên der barê wê de bi beraliya siyasetmedaran tê kirin, daraz ji ezmûnekî dîrokî derbas dibe divê biryara der barê wê de bereat be.

'ÊN KU QATLÎAMÊ RONÎ NAKIN BERPIRSAYRÊ QATLÎAMÊ NE'

Yeksekdag di parastina xwe de wiha got: "Ez parlamentera ji 3 partiyên mezin ên Tirkiyeyê yekî me. Hê jî destnedayîna min berdewam dike. Gotinên min kirina mijara darizandinê ecêbiya hiqûqî ye. Partiya îxtidarê gotinên min berovajî dike û dike hedef. Ancax li welatên ku darbe heye parlamenter tên girtin. Ev tabloyekî şermê ye. Ya ku bê darizandin gotinên min ên ku di merasîma cenazeyên 12 kesan de kiriye nîne. Ya ku divê bên darizandin berpirsyarê qatlîamê ne. Ji ber ku em beşdarî merasîma cenazeyê kesên di dibêjin aştî em hatin girtin. Neheqiya herî mezin ev e. Piştî qatlîamê em bûn parazvanê bertekên gel ên xwezayî. Me rexne kir. Divê di esasê xwe de yên ku qatlîama Enqereyê pêk anîn bên darizandin. Di dema 10'ê cotmehê de ji ber ku min ev gotin beriya selekî kiriye ez têm darizandin, divê kî bê darizandin û cezakirin aşkera ye. Yên ku vî qatlîamê ronî nakin berpirsyar in. Ez kesên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê bidomînin. Herî dawî dibêjim ku ev îdiyayên der barê min de bi beraliya siyasetmedaran tê kirin. Ji ber nasnemaya siyasî darzindan şermekî mezin e. Ji ber vê yekê biryara ku divê der barê min de bê dayîn bereat e. Ji danişîna din dixwazim vareste bêm girtin."

DOZ HAT TALOQKIRIN

Daxwaza Yuksekdag a bereatkirinê yan jî taloqkirina hikm ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Doz taloqî 28'ê Adara 2017'an hat kirin.

Piştî dozê parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat li ber edliyeyê daxuyanî da û got ku ev darizandinekî nehiqûqî ye. Irgat anî ziman ku girtina hevserok û parlamenteran di çarçoveya biryarên siyasî de pêk hatiye.