MÊRDÎN - Li Mêrdînê di odeyek Wargeha Xwendekarên Keç ên girêdarî Saziya Krediya Wargehan de şewat derket. Hat zanîn ku li wargehê zîla hişyariyê lênexistiye.
Wargeha Xwendekarên Keç a girêdayî Saziya Krediya Wargehê ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê saet di 03.00'an de şewat derket. Di qata 2'yemîn a avahiya 13 qat de li odeyekê ji ber temasa ceyranê şewat derket. Şewata odeyê bi alîkariya 3 komên agirkujan di 2 saetan de hatin vemirandin.
Di şewatê de mirî yan jî birîndarî cênebûn, xwendekaran diyar kirin ku wan ji ber qêrîna hevalên xwe zanîne ku şewat derketiye û zîla hişyariyê lênexistiye.
Xwendekarên li wargehê dimînin li malên derdorê hatin bicihkirin.