Rojnameger Karakaş û Yildiz hatin binçavkirin

EDENE- Xebatakarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Leyla Yildiz û Mûrat Karakaş li Ceyhanê hatin binçavkirin.

Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Leyla Yildiz û Mûrat Karakaş hatin rawestandin. Bi hinceta li ser wan kovar hene her du rojnameger bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin û ew birin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.