AMED - Zaroka 11 salî G. ku li Sêwasê rastî îstîsmara zayendî hat û tarok jêre bû, diyar kir ku dema wek karkera demsalî çû Sêwasê, kesekî ava fêkî da wê û piştre ji ser hişê xwe çû. G. anî ziman ku piştî ji ser hişê xwe çû rastî îstîsmara zayendî hatiye.
Zaroka 11 salî G. ya ji navçeya Çinarê ya Amedê ye, li ser zikêşê çû nexweşxaneyê û hat hînbûn ku ducanî bûye. Piştî hat hînbûn ku G. ducaniyê xistin bin parastinê û di 23’ê Mijdarê de bi riya sezeryarê li Nexweşxaneya Zarokan û Welidînê zarok jêre bû. G. piştî zarok jêre bû ew û zaroka wê xistin bin parastinê û li Saziya Parastina Zarokan a Amedê bi cih kirin. G. ku rastî îstîsmara zayendî hat, di 15’ê Mijdarê de li Navenda Şopandina Polîsan îfadeya wê hat girtin. G., serpêhatiyên xwe wiha got:
"Ez 15 salî me. Min heta pola 4’an dibistan xwend. Min piştre dest ji dibistanê berda. Bavê min kal e, dayika min jî nexweş e. Em 5 bira û 1 xwişk in.Em her sal diçin Sêwasê karê demsalî dikin. Em li vî gundî şivantiyê dikin. Sala par dîsa ez dayika min û jinbiraya xwe çûn. Piştî demekê ji ber zikêşê dema ez çûm nexweşxaneyê ji min re gotin tu ducanî ye. Ev li Sêwasê pêk hat. Ez û du burayên xwe S.û M. di xaniyekî yek qat de diman. Birayê min li salonê ez li odeyê radizam. Rojekê dema min xwarina nîvro dibir ji birayên xwe re mirovêkî di rêze ez rawestandim û ava fêkiyan da min. Dema min ava fêkî vexwar ez ji ser hişê xwe çûm. Dema ez hişyar bûm pîcamayê min hatibû qetandin. Cilê min qetandibûn. Cihê ku min ava fêkî vexwar û lê ji ser hişxê xwe çûm cuda bû. Bedena min xwîn bûbû. Ji ber ku ez tirsiyam min ev yek ji kesî re negot. Ez ji wî kesê ku ev yek anî serê min bi gilî me.
Li ser vegotina G. der barê F.M. yê şikdar de fezleke hat amadekirin.