STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan, ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdana hevdîtinê red kir.
Parêzer Ebrû Gunay, Cengîz Yureklî ve Îbrahîm Bîlmez ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê belê serdozgeriyê bi hinceta Qanûna Jimare 5275'an a Der Barê Înfaza Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê de serlêdana parêzeran red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên cuda hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî re tê astengkirin.