Li Colemêrgê pevçûn: 3 leşker birîndar bûn

COLEMÊRG-Li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê leşker û PKK'yî pev çûn. Di pevçûnê de 3 leşker birîndar bûn.

Li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera PKK'yî û leşkeran de pevçûn derket. Walîtiya Colemêrgê daxuyand ku di pevçûnê de 3 leşker birîndar bûne.

Operasyona li herêmê didome.