Jinên îstîsmara mêr şermezar kirin: Em serî netewînin

AMED - Jinên îstismar, tacîz û tundiya mêr şermezar kirin, diyar kirin ku îstismar û tacîza mêr her qadê jiyanê tev li hev dike û diherimîne destnîşan kirin ku ew dê ji înadê re kolanan terk nekin û wiha gotin: "Em bêtir derkevin kolanan û bêtir seri rakin. Em serê xwe xwar nekin."

Tundî, tacîz û istîsmara mêr a li dijî jinan li mal, kolan kargerî û her derê qada jiyane xwe dide der. Sedama vê yekê jî yekî şiklê lixwekirina cilên jinan tê nîşandan. Di demên dawi de bûyerên îstismar û tundiya zayendî her ku diçe zêde dibe. Herî dawi bûyera li Panosa Agiriyê derket holê rastiya tundiya mêr a li Tirkiye nîşan da. Jinên Amedî li dijî tundiya mêr bertekên xwe anîn ziman û bang li jinan kirin ku bêtir derkevin kolanan û serê xwe netewînin.

'BI OHAL'Ê RE ÊRÎŞ ZÊDE BÛN'

Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zuhal Tekiner, diyar kir ku piştî OHAL'ê dest pêkir tundiya li ser jinan jî zêde bû û wiha got: "Mêr êdî pir aşkere êrîş dike. Bi OHAL'ê re tundî tacîz û îstismara mêr zêde bû. Ji ber OHAL'ê polîtikaya necezakirina mêr pêş dikeve. Ne cezakirin, "Halê baş" "Krîza hesûdiyê" rê li pêş zêdekirina tundiya mêr vedike. Mêr nayê ceza kirin. Polîtikayên necezakirinê rê li pêş zêdekrina tundiya li ser jinê vedike. Mêrê ku nikare xwe ava bike û azad bike bi tundiya li ser jinê dixwaze hebûna xwe bide îspatkirin û mêrantiya xwe nişan dide."

'CILÊN JINÊ DIKE HINCETA TUNDIYÊ'

Tekîner, anî ziman ku jinên rastî tundiyê tên, nikarin biçin serî li saziyan jî bidin û wiha got: "Saziyên jinan ên hembeza xwe ji jinên mexdûr re vedikirin tev hatin girtin. Bi girtina saziyên jinan xwestin jinan be deng bikin. Dixwazin jinan bê çare û bêzar bikin. Naxwazin jin di nava şêwirmendî û lêgerîna çareseriye de bin. Di demên dawî de jin bi hinceta lixwekirina cilan rastî tundiye tên. Divê jin li dijî vê yeke bêtir dengê xwe bilind bikin û şêwirmendiya xwe xurt bikin."

'TACÎZ NIKARE KOLANÊ LI JINAN BIGIRE

Dilovan Şimşek jî ani ziman ku piştî polîtîkayên şer pêş ket tundiya mêr a li ser jinê jî pêş ket û wiha got: "Her çend tundi zêde bibe jî em xwe bi sînor nakin û em serî natewînin. Jin ji înadê de derdikevin kolanê û cilê dixwazin li xwe dikin. Jin rastî tacîza mêr a devkî û çavan tên. Ji sedî sed jin rastî tacîza mêr tên. Lê taciza mêr qet nikarin rê li pêş min bigirin û nikarin ji derketina min a kolanan re bibe asteng. Çend roj berê li kolana Ofisê dema em dimeşiyan, merekî li peş me tû erdê kir. Tûkirina wî ya erdê peyam bû. Bi vê yekê peyama "Vê saetê çi kare jinan li kolane heye." da me. Sedema tundiya mêr ji ber polîtîkayên dewletê ên necazakirinê ye Tundiya mêr nikare me ji kolanê dûr bixe. Divê em serî li hemberî tundiya mêr netewînin û em kolanan vala nehêlin."

Ayfer Atilir jî anî ziman ku tundiya mêr a li ser jinan zêde bûye û êdi nizanin dê çawa li xwe bikin. Atilir, anî ziman ku ger mêrên êrîşî jinan dikin û mafê jinan binpê dikin bihatina cezakirin nikarîbûn li ser jinan tundî pêş bixistana. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîş û tundiya mêr bêtir derkevin kolanan û bêtir dengê xwe bilind bikin."