Ji bo debarê di kelkela havînê de dixebitin

ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê ku germahî di ser 50 pileyî re ye, karkerên înşeatê ji bo debarê ji serê sibehê heta êvarê li ber kelekela havînê ji mecbûrî dixebitin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê her ku diçe hewa germtir dibe. Li bajêr termometre pileya germahiyê wek 43 nîşan didin, lê belê germahiya ku tê hîskirin 50 dereceyî derbas dike. Heta ku ne hewce bin welatî ji malê dernakevin û li ber klîmayên xwe wextê xwe derbas dikin. Lê belê di vê germahiyê de yên herî zêde bandor li wan dibe, karkerên înşeatê ne.

Yek ji van karkeran Mehmet Oral e. Oral, dest nîşan kir ku 20 sal in ew heman karî dike û êdî ew hînî vê weziyetê bûye. Oral wiha got: "Berê li metrepolên Tirkiyeyê dixebitîm. Lê êdî ez li Şirnex û navçeyên wê dixebitim. Li metrepolan dema me muzîk guhdar bikirana jî tim endîşeyek hebû. Lê her çi qas germ be jî ji ber ku em li xaka xwe dixebitin em kêfxweş in."

‘DEMA XWIŞK Û BIRAYÊN MIN TÊN BÎRA MIN...'

Adem Yavî ku 18 salî ye, diyar kir ku ji ber bavê wî di temenekî ciwan de jiyana xwe ji dest daye, ew mecbûr maye ku li ser înşeatan bixebite û wiha axivî: "Dema ez li xwişk û birayên xwe yên li malê difikirim, ez xwe mecbûr hîs dikim ku bixebitim. Ez mecbûr im ku debara 6 xwişk û birayên xwe bikim." Yavî, diyar kir ku di dema qedexeya derketina kolanan de ew mecbûr mabûn ku xaka xwe biterikînin, lê niha ji ber ku ew dîsa li ser axa xwe ne kêfxweş in û wiha got: "Em mexdûr bûn û dema em vegeriyan min dest bi xebatê kir. Ji bo karkeran mehên havînê firsendek e, lê em mecbûr in xwe li ber germahiyê jî ragirin."