MÊRSÎN - Hevserokê HDP'a Bajêr a Mêrsînê Mehmet Mîrze Soylemez, bertek nîşanî daxuyaniyên hikûmeta AKP'ê yên der barê amadekariyên êrîşa li dijî Efrînê nîşan da û wiha got: "Heke li dijî Efrînê êrîş çêbibin, em ê vê êrîşê wek êrîşeke li dijî Amedê bihesibînin."
Îktîdara AKP'ê li dijî Efrînê amadekariyên êrîşê dike. Hevserokê HDP'a Bajêr a Mêrsînê Mehmet Mîrze Soylemez, bi bîr xist ku bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê hikûmeta AKP'ê li hundur û derveyî Tirkiyeyê tim hewl dide ku êrîşî kurdan bike.
Soylemez, dest nîşan kir ku ji bo astengkirina hemû destkeftiyên Rojavayê çi ji destê hikûmeta AKP'ê tê dike û wiha axivî: "Di dema Kobaniyê de AKP li gel DAIŞ'ê tevgeriya. Bi taybetî jî di pêvajoyên dawî de ji ber qada navnetewî zêde piştevaniya kurdan dike, ev siyaseta AKP'ê ditengijîne û êrîşî cihên ku kurd lê ne dike. Ji ber ku AKP ji pêşveçûyîna kurdan a li Reqqayê nerihet dibe û ji bo bala kurdan belawela bike û pêşveçûyîna wan a li Reqqayê asteng bike niha li dijî Efrînê amadekariyên êrîşê dike." Soylemez, dest nîşan kir ku AKP bi êrîşan nikare tu tiştî bi dest bixe. Soylemez got ku êdî kurd li Rojhilata Navîn wek gelekî hebûna xwe saz kirine û ji bo destkeftiyên xwe winda nekin li ber xwe didin û têdikoşin.
'EM Ê VÊ ÊRÎŞÊ WEK ÊRÎŞEKE LI DIJÎ AMEDÊ BIHESIBÎNIN'
Soylemez wiha got: "Çawa ku li Kobaniyê li gel piştevaniya AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê kurd bi ser ketin, dê li Efrînê jî yên bi ser bikevin kurd bin." Soylemez, anî ziman ku heke li dijî Efrînê êrîşek çêbibe, ew ê vê êrîşê wek êrîşeke li dijî Amedê bihesibînin û wiha got: "Wê kurd bertekên tund nîşan bidin."
'MEBEST ASTENGKIRINA PÊŞVEÇÛYÎNA REQQAYÊ YE'
Serokê Partiya Şoreşgeran a Bajêr a Mêrsînê Sîmon Gozen jî wiha axivî: "Piştî ku DYA çek dan QSD'ê, li Reqqayê têkoşîna wan a ji bo qedandina DAIŞ'ê didome. Tirkiye ji vê yekê nerihet e û ji ber vê li dijî Efrînê planên êrîşan dike." Gozen, diyar kir ku planên êrîşê yên AKP'ê li dijî Efrînê hene bi vê yekê dixwaze hêzên YPG'ê ji Reqqayê vegerin û berê xwe bidin Efrînê. Gozen wiha domand: "Îro tenê ne Efrîn an jî Reqqa, li dijî DAIŞ'a faşîst û barbar ku Rojhilata Navîn veguherandiye gola xwînê hêzeke wek YPG'ê heye. Ev hêz xwedî weziyeteke ku dikare erdnîgariya Rojhilata Navîn azad bike."
'WÊ GEL LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDIN'
Gozen, diyar kir ku AKP û MHP xwe li hemberî rastiya Rojavayê li nedîtiyê datînin û hewl didin ku êrîşî Efrînê bikin. Gozen wiha axivî: "Mebesta sereke ya êrîşa Efrînê destkeftiyên kurdan e. Mebest astengkirina van destkeftiyan e. Hemû meseleya Tirkiyeyê ew e ku YPG'ê ji DAIŞ'ê dûr bixîne û piştevaniya DAIŞ'ê bike."
Gozen, dest nîşan kir ku çawa ku kurdan Kobaniyê bi dest xist dê bi heman têkoşîn û biryardariyê Efrînê jî bi dest bixin û wiha got: "Teqez dê gel li dijî êrîşa li hemberî Efrînê li ber xwe bidin."