Îşkenceya li Girtîgeha Tarsusê bi raporê piştrast bû

EDENE - Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsusê piştî hat avakirin, bi binpêkirinên mafan ket rojevê. Şaxên ÎHD'ê yên Mêrsîn û Edeneyê binpêkirinên mafan û îşkenceya leşker û gardiyanan rapor kirin û hat gotin ku hêzên dewletê bi gotinên wekî "Em we li vir bikujin dê ruhê kesî nebihîse" gef li jinên girtî xwarine.

Di çend rojên dawî de gelek girtiyên jin sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê ya Mêrsînê hatin kirin. Gardiyan û leşkeran jin bi erdê re kaşkirin, porên wan verûtin û îşkenceyên hovane li jinan kirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Mêrsîn û Edeneyê der barê van binpêkirinên mafan de rapor amadekirin. Di raporê de jî hat aşkerakirin ku 80 girtiyên jin di 21'ê Hezîranê de sirgûnî kampusa nû hatine kirin.

'EM Ê WE LI VIR BIKIJUN'

Di raporê de jî tê gotin ku bi girtiya bi navê Evîn Şahîn re hevdîtin hatiye kirin, li gorî agahiyan dema Fadîme Demîr sewqî Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê dikin, saeta di destê wê de di cîhaza X-rayê de deng derdixe, saet ji hêla leşkeran ve tê desteserkirin, piştre nadin wê, li ser itirazan girtiya jin tê derbkirin.

Di dewama îfadeya Şahîn de ev tişt hat gotin: "Piştî nîqaş kûr bû, 5 leşkeran Demîr bi erdê re kaş kir û bi porê wê girtin, xwestin li rîngê sîwar bikin. Di rîngê de her dem çêrên zayendî dikirin. Leşkeran gotin "Em ê we di vir de bikujin dê ruhê kesî jî nebihîse". Dema em gihêştin girtîgehê, leşkeran bi porê me girt û em di rîngê de avêtin. Em hemû bi ser devkî û ser piştê li erdê ketin. Selvî Yalan ji pişta xwe birîndar bû. Ji ber ku destên wê ji piştê ve girêdayî bû, ji milên wê xwîn hat. Piştre memûrên înfazê bi milê me girtin û em birin odeya lêgerînê. Piştre leşkeran kelepçeyên di destê me de derxistin. Memûran li wir dîsa dest bi şidetê kir. Memûra înfazê Aslihanê ez dirêjî erdê kirim, bi her du piyên xwe derket ser pişta min û dest bi lêdanê kir. Ji ber ku ez nexweşa gurçikê me, ez ji erdê ranebûm. Pişt re gardiyanên mêr qirka min şidandin. Memûrên ku em derbkirin Emîne, Demet, Gulşen, Teslîme û Ayşe ne. Ez paşnavên wan nizanim."

Şahîn aşkera kir ku ew ji çene û gelek cihên laşên xwe birîndar bûne û wiha pê de çû: "Ev du roj e av tune; av wekî herî diherike. Hemû alavên me hatine desteserkirin û em 15 kes di koxûşekê de dimînin. Ji ber wê em her dem birçî ne. Tu tişt tune."

'EV ROJÊN BAŞ IN'

Jina gitî Ayşe Bozkurt jî destnîşan kir ku di koxûşa 16 kesî de, 17 kes dimînin û wiha axivî: "Niha ava germ tune. Xwarin gelekî hindik tê dayîn. Hemû dawaz bi hincetên wekî 'em nû hatine vê girtîgehê, îdare bikin' tên astengkirin. Di dema sirgûnê bi porê me girtin û em bi erdê re kaş kirin. Bi gotinên wekî 'Ev hêj rojên baş in' gefan li me dixwin."

Nexweşa Wernîcke Korsakoff ya bi navê Yildiz Gemîcîoglu jî piştrast kir ku ew bi pêkanînên xirab re rû bi rû mane û aşkera kir ku hêzên dewletê gotine ku "Ji esîman av biherike, ji wer niqutkek tune" û îşkenceyê li wan dikin. Girtiya bi navê Hêlîn Kaya jî got ku ji ber girtîgeheke nû ye, tenê avahiyek ji keviran heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu felyetekî civakî tune. Di dema sewqê de cil û bergên me desteserkirin. Hemû pêdiviyên jiyanî ji holê rakirin."

Di raporê de ev nirxandin hat kirin:

“1. Girtiyên sewqî Gitrtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusê hatin kirin, di dema sewqê de leşkeran di maşineya rîngê de heqaret û çêr li girtiyan kiriye. Di dema peyakirinê de li gel midur û fermandarên leşkeran xwestine gotinên wekî ‘ez teslîm bûm’ bi girtiyan bidin gotin, ji ber ku girtiyan negotiye ‘ez teslîm bûm’ leşkeran şidet bi kar aniye, piştî li erdê hatine dirêjkirin, bi pehnan derketine ser serê wan û bi porên wan girtine û bi erdê re kaş kirine. Ev îşkence li ber midura ku paşnavê wê nehat zanîn Şeyma û Mahmut pêk hatiye."

2. Piştî girtî li koxûşan hatin belav kirin, sewqa doktoran hatiye qedexekirin û ji ber vê girtina raporan hatiye astengkirin..

3. Pênûs û kaxiz nedane girtiyan, ji bo ev şidet bi rêya girtekan neyên girtin, nivîsandina daxwaznameyan hatiye astengkirin.

4. Av nedane girtiyan û bi vî şeklî muameleya xirab berdewam kiriye.

5. Hêj girtî nehatine sewqkirin, dema li Girtîgeha Tîp C a Tarsusê ne, berî 4 rojan hemû alavên wan ji wan tên girtin, hemû daxwazên girtiyan bi hinceta, 'girtîgeh nû ye' tê redkirin.

6. Berî ku girtî bên sirgûnkirin, bi gotinên 'Ev dê wiha nebe, hûnê roja xwe bibînin' û gefan li girtiyan dixwin.

Hatibû gotin ku 15 girtiyên jin ên ji Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kiribûn jî hatine derbkirin. Jina girtî ya bi navê Şehrîban Çoban piştî bi malbata xwe re hevdîtin kiribû, aşkera kir ku ji ber îşkenceyê laşên wan tev reş û şîn bûye.

Hamdullah Kesen - dîhaber