EDENE – Li Edeneyê ji 29 kesên di 23 hezîranê de hatibûn binçavkirin jê 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan
Li Edeneyê di 23 hezîranê de di serdegirtina malan de 29 kes hatibûn binçavkirin. Pişti lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê ji 29 welatiyên binçavkirî Bedîa Şîmşek û Ethem Sumer bi şertên kontrala edlî hatin berdan. Lêpirsîna 27 kesên li midûriyetê didome. Tê payin ku 27 kes roja pêncşemê derbixin edliyê. Navê hin kesên di binçavan de wiha ne: Keyayê taxa Havuzlubahçe Şemsettîn Toprak, Cemîle Kavak, Şefîk Ozbey, Fesîh Malgîr, Nusret Bakir, Fîkret Sumer, Hasan Şîmşek, Mehmet Bakir, Rodî Bakir.