Guven: Tirkiye têkeve Efnîrê dê winda bike

AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bal kişand ser hewldanên Tirkiye yên ketina Efrînê û wiha got: "Êrîşa li dijî Efrînê em dê wekî êrişa li dijî Amedê bibînin. Ger Tirkiye têkve Efrînê dê winda bike. Dê dîsa dest vala vegere. "

Tirkiye di rojên dawî de amadekariya têkeve Efrînê dike. Tirkiye ku bi hevkariya OSO li Ezaz, Exterin, Rai, Cebel Akil, Bab û Mare cebilxaneyê kom dike û hemû hêza xwe li ser sînorê Efînê bi cih dike. Tirkiye amadekariya ji 3 aliyan de êrîşî Efrînê bike dike. Bi rojan e bi tang û topan erîşî Efrînê dike û hêzên parastina Efrînê dike sor dike. Leşkerên TSK'ê duh disa îrîşî gundên kantona Efrînê kirin û di êrîşa bi hawanan de 3 sivîl mirin û 8 sivîl birîndar bûn. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, xwest demek berî demekê Tirkiye ji van polîtîkayên şaş vegere.

ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ LI DIJÎ AMEDÊ YE

Guven, anî ziman ku ji ber polîtîkayên yek perest ên li Rojhilata Navîn pêş dikevin kevir li ser nevir nemaye û wiha got: "Kurdên ku heta niha mal, milk û nasnanema wan tune bû bi têkoşîna xwe êdî tên nasîn û muhatab tên girtin. Kurd êdî li Rojhilata Navîn vîna xwe aşkere dikin. Di Rojhilata Navîn de hêsa herî bi bandor kurd in. Hemû cîhan heyranê kurdan e, lê Tirkiye bi polîtîkayên şaş dijminantiya kurdan dike. Tirkiyeya ku heta niha li dijî Esad bû niha diyar dike ku dê statuya kurdan qebûl neke. Nêzîkatiya li dijî kurdên Rojava li dijî hemû kurdan e. Tirkiye ku ders ji Kobanê dernexist niha hewl dide êrîşî Kurdên Efrînê bike. Bi êrîşên tacîzê hewl dide rê li pêş ketina Efrînê veke. Heta niha Efrîn û Kobanê guleyek neavêtiye Tirkiye. Ji bo Kobanê her kesî di ber xwe da. Ji bo Efrînê jî dê her kes di ber xwe bide. Niha hewl didin êrîşî Efrînê bikin û naxwazin Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê bibin yek. Lê êrîşa wan dê li gorî daxwaza wan bi encam nebe. Kurd serî li dijî dîktatoriya rejîma Tirkiye danîne. Êdîla li dijî Efrînê li dijî Amedê ye. Em li dijî vê êrîşê bêdeng namînin.

ÎTÎFAQA AKP-MHP'Ê ÎTÎFAQA ERDOGAN-BAHÇELÎ YE

Guven, bal kişand ser îtîfaqa di navbera AKP-MHP'ê de û wiha got: "Li şûna îtîfaqa AKP-MHP divê mirov bêje îtîfaqa Erdogan-Bahçelî. Di endamên MHP û AKP'ê gelek li dijî vê îtîfaqê ne. Armanca sereke ya van îtîfaqan êrîşa li dijî kurdan e. Ev ne ji bo çareseriya pirsgirêka kurd e. Li Tirkiye pirsgirêka ked, kar, aborî, îhlalên mafên mirovan, cînayetên kar, cînayetên kuştinan heye. Îtîfaqa Erdogan-Bahçelî van pirsgirêkan çareser nakin û li hev nakin. Dema mijar dibe nenaskirina statuya kurdan AKP û MHP dibe yek. Heta niha li Lice, Xeraba Bava, Talatê û gelek bajarên Kurdistanê operasyon pêk anîn. Navê ‘Sê Hîv" li operasyonê kirin. Dixwazin xwe bi MHP’ê şêrîn bikin. Ji destpêkê de ev îttif şaş e û têk çûye. Ev îtîfaq dê bi êrîşa li dijî Efrînê bi dawî bibe. Ji ber ku bi ketina Efrînê dê Tirkiye winda bike."

DERKET HOLÊ KU LI DIJÎ DAÎŞÊ ŞER NEKIRIN

Guven, anî ziman ku ji bo Tirkiye komên OSO, El Nusra pir girîng in û wiha berdewam kir: "Di tevgera Mertalên Firatê de helwesta Tirkiye ya li hemberî van çeteyan derket holê. Hat dîtin ku li dijî DAİŞ’ê şer nekirin. Bi Tirkiye re şirîk in. Ji bo gel tiştek nehat kirin. Tirkiye ji OSO, El Nusra, Ehrar El Şam û rêxistinên din re çek û lojîstîk şand. Bi qasî alîkariya ji wan çeteyan re hat kirin alîkarî ji QSD'ê re nehat kirin. Tevî hemû hêzê nekarîbûn li rojava şer bikin. Li pişt OSO Tirkiye heye. Dem dem Tirkiye bi DAÎŞ'ê re hevkarî kir. Krîza Qatarê tê wateya ku dora Tirkiye ye. Bi qasî Qatarê Tirkiye jî piştgirî daye DAÎŞ'ê. Ev îtîfaq têk çûye. Îtîfaqa li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin dê d êrişa Efrînê de têk biçe."


Guven, anî ziman ku hêzên serdest dixwazin li Rojhilata Navîn dixwazin hêza xwe bi cih bikin, lê kurd êdî hêza sereke ye û kurd dikarin li Rojava li ser piyê xwe bisekinin. Rastiya kurdan derketiye holê. Rûsya kurdan mafdar dibîne. Lê li aliyê din li dijî êrîşa Tirkiye ya li hemberî Efrînê çavê xwe digire. Ev dirû ye. Rusya oryantalist û serdest e. Ji bo berjewendiya xwe her tiştî dike. Îro di pêşengiya KNK'ê de ji bo yekitiya kurdan gavên grîng tên avêtin. Di vê pêvajoya ku hewldanê yekîtiya neteweya kurd tê avêtin aloziyên wisa pêş dikevin. Kurd li dijî van êrîşan bêdeng namînin.
Gelê kurd xwe ne li gorî polîtîkayên Rusya û DYA, xwe li gorî hêza xwe ya cewherî bi tevger dike û dê tev bigere. "

TIRKIYE BI SERÊ XWE NIKARE ÊRÎŞ BIKE

Guven, anî ziman ku niha li Efrînê hêzek mezin a kurdan heye û wiha got: "Tirkiye dixwaze li wir koridorekê veke. Ev koridora Ereban e. Dixwazin di vê korîdorê re alîkariyê bidin ereban. Dixwazin vê korîdarê li dijî kurdan vekin. Lê heta niha ji bo tirkmenan tişken nekirin. TIR'ên MİT'ê ger ku neçûbin ji Turkmenan re çûn ji kêre. Hemu çûne ji komên çeteyan re. Lê çawa li dijî Kobanê têk çûn bila baş zanibin ku dê li Efrînê jî têk biçin. Kurd dê li Efrînê jî berxwdan û serkeftina xwe nîşan bidin.

EFRÎN DÊ XWE BIPARÊZE

Guven, bal kişand ser êrîş û encama êrîşê ya li dijî Efrînê û wiha lê zêde kir: "Efrîn herêmek Rojava û kantona Rojava ye. Miroavên li vê kantonê dijîn, hem li dijî DAÎŞ'ê hem jî li dijî zilma Esad xwe parastin. Li dijî zilma Esad di ber xwe dan û xwe parastin. Bi bedelên giran Efrîn azad kirin. Efrîn teslîm nebû û teslîm nabe. Dê xwe biparêze. Şervanên YPG/YPJ bi mehan şer kir û Efrîn azad kir. Ger ku Tirkiye êrîş bike dê winda bike. Tirkiye wekî ku hêzên Efrînê êrîşî wan dide nîşan de. Lê tiştekî wisa tune. Ger ku hêzên Efrînê êrîşî Tirkiye kiribû, Tirkiye deqeyekê nedisekinî. Ger ku Tirkiye êrîş bike tiştên ku AKP xeyal nake dê pêk bê. Dê bûyerên 6-7'ê Cotmehê derbas bike. Bila AKP baweriya xwe bi OHAL'ê nîne. Gel dê OHAL'ê nas neke. "

Guven, herî dawî bal kişand ser rewşa Reqqa û anî ziman ku êdî DAÎŞ li Reqqa têk diçe û ger Reqqa ji destê DAÎŞ'ê bê girtin dê pir têkvin zorê. Tiriye dixwaze bi êrîşa li dijî Efrînê hêza Reqqa bişkîne û balkê bikişîne ser Efrînê. Dixwazin qadek nû ji DAÎŞ'ê re vekin û bêhna DAÎŞ'ê bidin ber.
Heta niha li Tirkiye gelek komkujî pêk hat. Lê gelê Tirkiye bertek nîşanî van komujiyan neda. Di komkuijya Roboskê de 34 kurd hatin qetilkirin. Ger ku meşa Edaletê ya ku CHP'ê daye destpêkirin ji bo Gelê Roboskê hatibûya kirin, AKP ê dê hemû hêza leşkerî li wir kom kiribûya û destûr nedaya. Çima AKP ya paşverû li Kurdistanê heye. Em teqez dibêjin ger Tirkiye êrîşî Efrînê bike dê winda bike. Gelê Efrînê ne bi tenê ye. Em êrîşa li diji Efrînê li dijî xwe ferz dikin.

Aziz Oruç / Cihan Başakçıoğlu - dihaber