SILÊMANÎ - Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Mihemed Sabîr diyar kir ku di vê qonaxê de yekîtiya neteweyî bûye pêwîstiyekî dîrokî û destnîşan û derfetek girîng derketiye pêşiya Kurdan wiha got: "Heta niha, di dîrokê de derfetek wisa neketiye destê Kurdan"
Di demên borî de gelek hewldan ji bo pêk anîna yekîtiya neteweya Kurdistanê hatin dayîn. Niha jî piştî hevdîtinên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya bi alîyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê re biryar hat dayîn ku di 15- 16’ê Tîrmehê de kombûna şêwiriya netewî li Silêmanî pêk were. Têkildarî mijarê Mamostayê Beşa Siyasetê yê Zanîngeha Silêmaniyê Mihemed Sabîr ji ROJNEWS'ê re axivî: Sabir wiha got: “Niha em di qonaxek ew qas nazik re derbas dibin ku yekîtiya netewî ji bo Kurdan bûye pêwîstiyekî dîrokî û siyasî. Ji ber wê, dîroka kevin û nû ya Kurdan wê piştrast dike ku yek jî sedemê têkçûna tevgera siyasiya Kurd nebûna yekîtiya netewiye." Mihemed Sabîr diyar kir ku ger hemû aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê di nav xwe da bikarin yekîtiyek netewî pêkbînin, wê ew yekîtî hêzek mezin bi xwere bîne.
‘ŞERÊ DAIŞ’Ê PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ ÇÊKIR'
Mihemed Sabîr axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha ji bo pêk anîna kongreya netewî derfetek derketiye pêşiya Kurdan. Em dikarin bêjin li seranserî dîroka Kurdan derfetek wisan derneketiye pêşiya me. Şerê DAIŞ’ê yek ji wan faktorane ku piştgiriya navnetewî ji bo me daye çêkirin. Di heman demê faktoreke ku nizîk bûnek netewî daye çêkirin. Ji ber wê divê em pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û kongreya netewî lidarbixin.” Sabîr axaftina xwe domand: “Tenê partiyên netewî ji bo bi cih anîna yekîtiya netewî kar dikin. Ew partiyên ku naxwazin yekîtiya netewî pêkbînin, ew ne partiyên netewîne. Ji ber ku projeya pêkanîna netewî projeyek girînge û her partiyek bi her hincetekê qebûl neke, ji stratejiya netewî dûre.”
Mamostayê Zanîngehê di dewama axaftina xwe balkişand ser berpirsyartiya aliyên Başûrê Kurdistanê li hember yekîtiya netewî û got: “YNK û PDK xwedî hêza siyasî, aborî û leşkerîne, her wiha peywendiyên derve bi hêze. Di navnetewî de li hember DAIŞ’ê hebûnek wan heye. Li hember yekîtiya netewî berpirsyartiya mezin dikeve ser milê herdu partiyan.”
‘PDK BI ÇI ARMANCÊ SÎNOR LI WAN DIGIRE'
Mihemed Sabîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêk nehatina yekîtiya netewî dibe sedemê alozî û nakokiyan. Li Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurd pêşketinên baş bi dest xistine û piştgiriya navnetewî bi dest xistine. Rêveberiya xwe pêk anîne. Li hember DAIŞ, rejîma Sûriye û Tirkiyê di nav şerek giran dene. Bi çi armanc û sedeman PDK sînor li wan digre û dijminatiya wan dike.”