Di 6 mehan de 39 kurd li ser sînor hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li sînorê Îranê di 6 mehan de 39 kolberên kurd hatin kuştin. Di ve pêvajoyê de 83 kolber birîndar bûn'

Di 6 mehên dawî de li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê de 39 kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û 83 kolber jî birîndar bûn. Li gorî daneyên saziya Hingaw a Navenda Mafê Mirovan di 6 mehên dawî de li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê 39 kolberên kurd ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne. Li gorî saziya Hingaw ji wê hejmarê 17 kolber bi teqeya rasterast ya hêzên çekdarên Îranê hatine kuştin û 8 kolber ji ber revîna ji ber hêzên Îranî ve hatin kuştin. Hejmara mezin yên wan kolberan, xelkê Urmiye, Sine û Kirmanşanê ne. Kuştin û birîndarkirina kolberên kurd ji aliyê hêzên Îranî ve bû cihê nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdistanê. Parlementoya Îranê jî biryara parastina mafên kolberan mîsoger bike lê heta niha bi awayekî berbiçav ew proje bi cih nehatiye.