Bavê îşkence li kurê xwe kir hat girtin

MÊRDÎN – Li gundê Qesra Qelendera navçeya Artukluyê di dîmenekê de derket holê S. Ari li ser xênî kurê xwe yê 8 salî B.A. bi text ve girêdaye û lê dide. Bavê îşkence li kurê xwe kir hat girtin.

Li gundê Qesra Qelendera ya Artuklu ya Mêrdînê dîmenê zilamê 72 salî S. Ari ku îşkenceyê li kurê xwe yê 8 salî B.A. dike derket holê. Di dîmen de tê xuyakirin bav kurê xwe bi texteyê ser xênî ve girêdaye û bi ben lê dide. S. Arî, avê li kurdê xwedike û îşkenceyek giran lê dike. Ev dîmen ji aliyê şêniyekî gund ve hat kişandin û pişt re dîmen radestî qereqola leşkeriyê dike. Piştî dîmen radestî leşkeriyê hat kirin B. Arî ji aliyê leşkeran ve li mal binçavkirin. S. Ari piştî ifade da li dadgehê hat girtin û ew şandin girtîgehê. B.A. yê rastî îşkenceyê hat ewil li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat dermankirin û pişt re jî peywîrdarên Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Mêrdînê hildan bin parastinê.