Dozger xwest polîsên kujer ên Enes û Mahsum bên beraetkirin

AMED - Rûniştina doza kuştina Enes Ata (8) û Mahsum Mızrak (14) hat dîtin. Dozger li gel ku DMME’ê Tirkiye mahkûm kir jî, xwest polîsê kujer bên beraetkirin.

33’emîn rûniştina doza kuştina Enes Ata (8) û Mahsum Mızrak (14) li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de polîsê serbest H.A., B.O. û N.O. û parêzer amade bûn. Bavê Enes Ata Selamettin Ata, dayika Mahsum Mizrak Besime û bavê wî Hasan Mizrak tevî parêzerên xwe li salona dadgehê amade bûn. Rûniştina dozê bi xwendina pêvekên dosyayê dest pê kir.Der barê kapsula bombeya gazê ya hatiye windakirin pêvak hat xwendin.

ÎFADEYA POLÎSÊ ALAV WERGIRTIN NEHAT STENDİN

Parêzerê malbata Mizrak prz. Bariş Yavuz, di rûniştinê de diyar kir ku DMME’yê der barê doza Mizrak de biryara “îhlala mafê jiyanê” daye û biryara ku bi Fransî hatiye nivîsandin ji bo tercûmeyê da heyeta dadgehê. Prz. Yavuz, diyar kir ku DMME’yê biryar daye ku ji ber mafê jiyanê hatiye îhlalkirin, di dozê de 2 caran mafê jiyanê hatiye îhlalkirin û got: "Xuya ye ku li vir lêpirsîn nehatiye kirin. Polîsê bi navê Alî Yigit ê alavên di emanetxaneya edlî de ji ciwê wan derdxistiye û temasa wan kiriye îfadeya wî nehatiye girtin. Ji bo alavên di emanetxaneya edlî de winda bûn divê bi lezgîn îfadeya wan bê girtin.

Parêzera malbata Ata Gamze Yalçin jî anî ziman ku delîlên di dosyayê de hatine dizîn û windakirin û wiha got: “Bi vî rengî dosya şolî kirin. Em dixwazin der barê besûcan de biryara girtinê bê dayîn. Heta ku bersûc serbest bin dikare li ser şahidan bandorê û zextan bike. Em dixwazin dema bûyerê kijan polîs li ku peyvirdar bû midûriyeta polîsan agahî bide me.

Piştî parêzeran dozgeran jî îdîa kir ku der barê mijarê de delîlên têr û tije tune û xwest bersûc beraet bên kirin.
Dozger diyar kir ku di bûyerê de Di çeka 40 mm Lauıncher a bombeavêj de 400 gule derbas bûne û ji vana 12 aydî bersûc H.A., 12 aydî bersûc N.O. û 33 heb jî aydî B.O ye.

Dozger îdia kir ku bombeyên gazê yên li polîsan hatiye zîmetkirin numere tuneye û ji ber vê yekê jî yek bi yek aydî kê ne nikarin tespîtbikin, di otopsiya Enes Ata de guleya gazê ya ji bedena wî hatiye derxistin lêkolîn hatiye kirin û der barê wan de ji bombeavêjan hatiye avêtin an na mutala nehatiye dayîn. Dozger îdia kir ku dema ku di dosyayê de delîl bi temamî tên lêkolînkirin delîlekî ku bûye sedema mirina maktulan ji aliyê bersûcan ve hatiye kirin tuneye û ji bo cezakirinê jî delîl tuneye. Ji ber vê yekê jî dozger bereata bersûcan xwest.

Parêzer Bariş Yavuz li ser vê yekê careke din mafê axaftinê xwebt û wiha got: "Piştî ku DMME'yê biryara binpêkirinê da di danişîna yekemîn de der barê bersûcan de ji bo bereatê mutala dayînê em manîdar bimînin."

Parêzeran ji bo ku bikaribin li hemberî mutalaya dozger parastina xwe bikin û kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin dem xwestin.

DAXWAZA PARÊZERAN HAT REDKIRIN

Piştî navberekî kurt heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û ji bo ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wergerî tirkî bê kirin ji Wezareta Dadê û ji bo ku aqûbeta delîlên winda bûne ji dozgerê ku lêpirsîn meşandiye re nivîs bê nivîsandin da. Dadgehê guhdarkirina polîsê bi navê Alî Yîgît ê têkîldarî delîlên li emniyetê windabûne û hatine guhertin ji ber ku bi dozê re eleqaya wî tuneye, di vî astê de dê nûbûnekî ji bo dosyayê neke daxwaz red kir. Heyetê doz taloqî sibata 2017'an kir.

ÇI BÛBÛ?

Li Amedê 28'ê Adara 2006'an polîsan êrîşî merasîma cenaze ku hat li darxistin kirin û pevçûn derketin. Zarokê 14 salî Mahsum Mizrak û zarokê 8 salî Enes Ata ku tevlî cenaze bûn, ji ber qepsûla bombeya gazê ya li serê wan ket bi giranî birîndarbûn û jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê yê Amedê derbarê mirina Mizrak û Ata de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsîna hat vekirin de derbarê polîsên bi navê B.O., H.A. û N.O. de îdîaname hat amadekirin. Di 32'emîn rûniştina dozê de ji ber delîl hatine windakirin û hevdîtinên telsizê hatine îmhakirin encamek ne hat girtin. Rûniştina 33'emîn jî rûniştina yekemîn a piştî biryara DMME'yê ye.