Di hezîranê de 35 jin hatin kuştin

STENBOL – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin daxuyand ku di meha hezîranê de 35 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Li gorî raporê jinên hatine kuştin ji sedî 43 temenê wan ji 25 salî biçûktirin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rwestînin, rapora “Cinayetên jinan” a meha Hezîrana 2017’an aşkere kir. Platformê di raporê de diyar kir ku di meha hezîranê de 35 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 47 jin rastî tundiya zayendî hatine. 17 zarok jî rastî îstîsmarê hatine. Di nav 35 jinan de zaroka 5 salî E.U. ya ku rastî îstîsmara zayendî hatiye jî cih digire. Platformê da zanîn ku tundiya li dijî jin û zarokan didome û di cinayeta jinan de hejmara herî zêde balê dikişîne sala 2017’an e. Di hezîranê de herî zêde li Stenbol, Îzmîr û Bursayê kuştina jinan pêk hatiye.

Platformê destnîşan kir ku li dijî 47 jinan tundiya zayendî pêk hatiye û li dijî tundiya li ser jinê rayedarên dewletê bêdeng mane û tu daxuyaniyan nedan e. Platformê diyar kir ku li dijî kesayetiyên LGBTÎ’yê jî gotinên nefrete pêk hatine û tundiya li dijî wan didome.

DI KUŞTINA JINAN DE BIKARANÎNA ÇEKAN ZÊDE DIBE

Platformê di berdewamiya raporê de ev tişt got: “Ji sedî 60 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin. Rêjeya çek bikaranînê jî di kuştina jinan de zêde dibe. Jin bi îşkenceyê tên qetilkirin. Di hezîranê de jin ji sedî 45 bi çekan hatin kuştin. 2 jin ji aliyê kurên xwe ve hatin derpkirin û kuştin. Li Stenbolê Servet Yilmaz ji aliyê kurê xwe bi lêdanek dijwar hat kuştin.” Platformê di dawiya raporê de bibîr xist ku jinên di hezîranê de hatine kuştin ji sedî 43’ê wê temenê wan di bin 25 salî de bûye.