ÎZMÎR -Navenda KESK'ê bi armanca li dijî OHAL’ê bertekên xwe bînin ziman xwestin li Îzmirê mîtîngê pêk bînin. Lê mîtîng li KESK’ê hat qedexekirin.
Navenda Giştî ya KESK’ê bi armanca li dijî pêkanînên KHK’ê û OHAL’ê daxwazên xwe bînin ziman, xwestin mîtînga “Ji OHAL’ê re na” li Îzmirê pêk binin. Hêza Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê xwestin di 11’ê Kanûnê de mîtîngê pêk bînin. Lê walîtiya Îzmirê destûr neda mîtîngê. Walîtiyê biryara redkirinê tebligî Serokê Şaxa 1’emîn a Egitim Senê ya Îzmirê Bahri Akkan kir. Walîtiyê di biryarê de diyar kir ku ew naxwazin bûyerên nexweş pêk bên û bi vê hincetê daxwaza mîtîngê red kir.
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Îzmirê Bahrî Akkan, biryara walîtiyê şermezar kir û diyar kir ku ev biryara di çarçoveya OHAL’ê de li dijî demokrasiyê ye. Akkan, bang li hemû cemaweriyê kir û xwest vê biryara dijdemokratîk şermezar bikin. Akkan, anî ziman ku ji bo biryarê şermezar bikin dê roja yekşemê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û xwest hemû gelê îzmirê beşdarî daxuyaniyê bibin.