Li Şirnexê di bin 50 pîle de 5 kilometre ketin dorê

ŞIRNEX - Maşîneyên diçin Şirnexê di ketina Şirnexê de ji ber nokteya lêgerînê û kontrola nasnameyan tevî germaya 50 pîle, nêzî 5 kîlometre ketin dorê.

Di ketin u derketina Şirnexê de lêgerîna maşîne û kontrola nasnameya welatiyan bê navber berdewam dike. Ji ber lêgerîna zêde û kontrola nasnameyan bi sedan maşîne dikevin dorê û welatî bêzar dibin. Niha tevî ku hewa germ bûye û germahiya rojê digêje 50 pîleyî jî lêgerîn, kontrola polîsan berdewam dike. Ji ber lêgerîna maşîneyan û kontrola nasnameyan a welatiyan bi sedan maşîne ketin dorê û nêzî 5 kîlometre dorê çêbûye. Li ser rêya reş a aslaftê polîs yek bi yek li maşînan digerin û lêgerînê dikin. Welatiyên bi maşînê xwe ketine dorê di bin germaya zêde de bi saetan radiwestin. Di rojên ku pergala GBT naxebite jî dor bi kîlometreyan dirêj dibe. Her roj bi saedan maşîne dikevin dorê û rastî heman pêkanînê tên. Welatiyên diçin Şirnexê ji ber vê pêkanînê bêzar û bi gazinc in. Ajokarên maşîyan tevî ku gelek caran serî li Walitiya Şirnexê dane jî tu encam negirtine. Li nokteya kontrolê nêzî 20 polîs bi mekanîzmaya 5 GBT dixebitin.


Kesên bi torpîl bêyî di nokteyê de rawestin, kesên kal û pîr ên diçin Şirnexê bi bi saetan di bin germahiyê de radiwestin.