EFRÎN – Zêdetirî 100 hezar welatiyên Kantona Efrînê yên ji hemû pêkhateyan bi dengekî bilind dagirkeriya Tirkiye red kirin û destekdayîna xwe ya ji bo YPG /YPJ'ê anîn ziman.
Bi sed hezaran welatiyên Kantona Efrînê ji zarok, jin, kal û ciwanên xwe daketin kolanan û bi meşeke girseyî êrîşên Tirkiye şermezar kirin. Gelê Efrînê yekîtiya xwe li hember hêzên dagirker, îlan kirin. Di meşê de zêdetirî 100 hezar welatiyên ji hemû pêkhateyên Efrînê yên Kurd, Ereb, Êzidî û Elewiyan hazir bûn û destnîşan kirin ku ev yekîtî dê hemû êrîşan vala derxe.
Welatiyên bajar û navçeyan li qada pêşberî Heyva Sor a Kurd kom bûn, li kolanên bajar geriyan û heta stadyoma 19 Tîrmehê meşiyan. Li wir gel deqeyeke rêz girt. Piştre Endama Komîteya Rêvber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîne Osê axivî û bal kişand ser yekîtiya gelê herêmê ya di eniyên pêş de û wiha got: "Em ê çalakiyên xwe dewam bikin, civaka fikrî û siyasî li gorî rêgezên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ava bikin."
Endamê Meclîsa Zagonsaz ji Eşîra El-Bobena Şerîf Cemo jî, li ser hevgirtina gel di van rewşan de axivî û wiha got: "Pêwîste em Kurd û Ereb bi hev re li hember nîjadperestiyê têbikoşin. Em ji çekên wan natirsin, ji ber em xwedî îrade ne."
Ji aliyê xwe ve Fermandara YPJ'ê Fîdan Efrîn jî bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê û wiha axivî: "Dagikeriya Tirk dixwaze dest deyne ser hemû herêmên Sûriyeyê, lê planên wê bi saya berxwedana gel û xwîna şehîdan vala derdikevin. Îro dîsa gel îrade û îsrara xwe derxist holê û eşkere kir ku YPG /YPJ'ê dê ji soza xwe gav paşve navêjin."
Di dawiyê de Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Botan Endomid li ser destkeftiyên gelê Kurd ji destpêka şoreşê ve û çawaniya xwe rêxtinkirina di nava saziyan de axivî û wiha got: "Ev roj ji tevahî gelê herêmê re dîrokî ye. Diyar bû ku planên dagirkeriya Tirk vala ne."
Meş bi dirûşmeyên domandina berxwedanê bi dawî bû.