STENBOL - Komîsyona Jiyana Xebatê ya ÎHD’ê rapora 11 mehan a cînayetên kar aşkere kir û diyar kir ku di 11 mehan de hezar û 816 karker bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê xwest OHAL bi dawî bibe û rê li pêş cînayetên kar bên girtin.
Komîsyona Jiyana Xebatê ya ÎHD’ê bi armanca rapora 11 mehan a cînayetên kar aşkere bike li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Endamê Komîsyona ÎHD’ê Osman Ozkan, di daxuyaniyê de diyar kir ku di 11 mehan de hezar û 816 karker bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê xwest OHAL bi dawî bibe û rê li pêş cînayetên kar bên girtin. Ozkan, anî ziman ku li gorî daneyên meclîsa İSÎG’ê di serdema OHAL’ê de di cînayetên kar de zêdebûn heye û wiha got: “Patronên ku OHAL’ê wekî firsend dibîne dest ji ewlehiyê û venertiyê berdane. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn dawî van kuştinan bê anîn û OHAL bê rakirin. Di meha mijdarê de 190 kerkeran jiyana xwe ji dest da. Di meha mijdarê de li navçeya Şîrwana Sêrtê 16 karker, li Kana Madenê ya Zonguldakê kerkerekî jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên meclîsa ÎSÎG’ê di 5 salên dawî de li kanên madenê 697 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di meha mijdarê de 190 karkeran û di 11 mehên 2016’an de hezar û 816 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Em bang li hikûmetê dikin kul i gorî peymanên ÎLO û peymanên AİHS’ê tev bigere û Wezareta Kar erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne.