YPG: Amadekariyên Tirkiyeyê îlana şer e

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo, got ku bicihbûna artêşa tirk a li nêzî xeta Ezaz-Cerablûsê tê wateya "îlana şer".

Yek ji fermandarên YPG'ê Sîpan Hemo, der barê liv û tevgera Tirkiyeyê ya li ser sînor de daxuyanî dan. Hemo ku ji ajansa nûçeyan a Reuturs'ê re axivî, pirsa 'îhtimala ku li bakurê Sûriyeyê di navbera wan û Tirkiyeyê de pevçûn derkevin an na' wiha bersivand: "Amadekariyên Tirkiyeyê xwe gihandin asta îlana şer û bi rastî jî di rojên pêş de dibe ku bibe sedema pevçûnan." Hemo wiha domand: "Em ê li hemberî vê îhtimalê bê liv û tevger nemînin."