Jina ducanî dema li parke spor dikir rastî êrîşê hat

MANÎSA - Jina bi navê Ebru Tîrelî ya ku 4 meh ducanî ye dema li Turgutluyê di parkekê de spor dikir rastî êrîşa zilamekî nasnameya wî ne diyar hat. Tîrelî ya hat derpkirin rakirin nexweşxaneyê.

Jina bi navê Ebru Tîrelî ya ku 4 meh ducanî ye dema li navçeya Turgutluya Manîsayê li parka nêzî mala wan spor dikir rastî êrîşa zilamekê hat. Tîrelî ku ji wesayîtek sor peya bû û dimeşiya êrîşkarê ku hat cem wê piştî gefa "Tu carekdin li vir re nameşî û sporê nakî" lê xwar sûla xwe derxist û êrîşî Tîrelî kir. Tîrelî ji ber derbeyên li rûyê xwe xwarin ket erdê ji bo zaroka di zikê de xwe biparêze lêborîn ji êrîşkar xwest.

'BI ÇAV SORÎ LI MIN DIXIST'

Tîrelî tiştên bi serê wê hatine vegot. Tîrelî da zanîn ku ligel wê gotiye ducanî ye jî êrîşkar ew derpkiriye û wiha got: "Min got ez ducanî me bisekine l imin nexe. Min nezanî çi bû. Bi çav sorî l imin dixist. Ez ketim erdê min serê xwe li peyarê da, vê carê derket ser min û li rûye min dixist. Hem çêr dikir hem jî li min dixist. Piştre ez berdam û reviya.

'HETA DAWIYÊ EM Ê LI MAFÊ XWE BIGERIN'

Hevjînê Tîrelî Akin Tîrelî anî ziman ku ew dixwazin êrîşkar bê cezakirin û wiha axivî: "Em dixwazin demildest êrîşkar bê girtin û cezakirin. Çawa dikare tiştek wiha li jinek ducanî bike? Ji ber vî êrîşkarî dibû ku min hem hevjîna xwe ham jî zaroka xwe winda kiribaya. Tu şerê me bi kesekê re tune ye û nexweşiyek me bi kesekê re jî tune ye. Emê li dijî dadê heta dawiyê li mafê xwe bigerîn."