EDENE - Remzî Kars ku bi firotina tizbiyan debara xwe dike, ji ber betaliyê û bêdengiya bazaran gazinc kirin.
Remzî Kars ku bi firotina tizbiyan debara xwe dike, diyar kir ku krîza aborî bandor li karê wî jî kiriye û êdî ketiye rewşeke ku nikare tu karî bike. Kars, diyar kir ku her diçe karê wî dikeve û wiha axivî: "Ji ber ku li piyaseyê tizbî zêde ne, hem buhayên wan kêm bûn hem jî firotina wan. Dema bi kesî re pere tune be, gel tê radihêle tizbiyê û tenê wê dihejîne. Bi gel re pere tune ye. Jixwe li hemû sektoran westdariyeke heye."
‘KAR TUNE'
Kars, anî ziman ku li gor quweta her kesî tizbî hene. Kars, diyar kir ku di salên dawî de penaberên sûriyeyî zaf vî karî dikin û wiha got: "Ez li Edene û Mêrsînê tizbiyan difiroşim. Lê tu tiştî qezenc nakim. Beriya meha Remezanê difiroşim. Lê niha qet kar tune ye. Bêyî serfetih berê xwe didim malê."
Kars, da zanîn ku tizbiyên kehreba û yên bi kevirê oltiyê li gor ên din buhatir in û wiha got: "Tizbiyên kehreba û kevirên oltiyê wê enerjiya negatîf a li ser mirovan hiltînin. Ji destan bêhna genî dibe. Tê gotin ku kevirê oltiyê ji bo mîgren û epîlepsiyê baş e. Her wiha tê gotin ku kehreba jî ji bo alerjî û romatîzmayê baş e."