STENBOL - Endama Projeya Şopandina di Medyayê de Peyvên Nifrînê Pinar Ensarî, gotinên tundî û nifrînê yên di medyaya herêmî de zêde bûne nirxandin. Ensarî, diyar kir ku berê di medyaya neteweyî de gotinên nifrînê zêdetir bûn, lê niha di medyaya herêmî de gotinên nifrînê zêdetir bûne. Ensarî anî ziman ku ger rê li ber neyê girtin, dê ev zimanê lîncê pêş bixe û xwest edîtor baldar û hişyar bin.
Vakfa Hrant Dink ji sala 2009'an heta niha têkildarî "Peyvên Nifrînê ya di Medya de" li ser peyvên nifrînê ya di medya herêmî û medya civakî de lekolîn dikin û dişopînin. Vakfa Hrant Dînk ku ji her 4 mehan carekê rapora "Di Medya de Peyvên Nifrînê" bi raya giştî re parve dike. Li gorî rapora Vakfê ya mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsana 2017'an, hezar û 806 nûçe û gunciknivîsan bawerî, nijad û netew hedef girtine. Di van nûçe û nivîsan de 2 hezar û 335 peyvên nifrînê hatin tespîtkirin. Endama Projeya Şopandina Di Medya de Peyvên Nifrînê Pinar Ensarî, rapora "Peyvên Nifrînê" ya rapora Hezîranê nirxand û diyar kir ku di Medya Herêmî de peyvên nifrînê zêdetir bûye. Ensarî, anî ziman ku bi vê xebatê armanc dikin ku rol û wateya medya ya li ser venêrtina civakê çavdêr bikin û gotinên ku dibe sedema cudakarî, sorkirin û wêdekirinê tespît bikin û ji medyayê biparzinînin. Ensarî, da zanîn ku dixwazin li şûna wan peyvên nifrînê, peyvên ku civakê bêtir bi hev dikelîne û hurmeta di navbera bawerî û civakan de xurt dike
pêş bixin.
'PEYVÊN LI DIJÎ RÊXISTIN KES Û PARTIYAN TÊN AVAKIRIN'
Ensarî, anî ziman ku di demên dtawî de li dijî welatiyên Sûriyê "Peyvên Nifrinê" tên pêşxistin û wiha got: "Beriya sala 2015'an, peyva Sûriye ne gotina mifte bû. Heta 5 sal berê têkildarî Sûriye nûçe nedihatin çêkirin. Di rapora dawî de peyva nifrînê di koma duyemîn de cih digire. Di serdema ewil de peyvên nifrînê ya lijî gelê kurd pir zêde bû. Di rêza 5'emîn de bû. Pişti pêvajoya çareseriyê ji rêzê derket û kêm bû. Peyfên Nifrînê li gorî kes, partî û rêxistinan tê avakirin û afirandin. Em ne tenê li ser kurdan, li gorî pêdiviya projeyê peyvên nifrînê yên li dijî hemû koman dişopînin. Di destpêkê de di medya hawiz a neteweyî de peyvên nifrînê bêtir bûn. Lê niha di medya herêmî de peyvên nifrînê zêdetir bûne. Di rojnameyên herêmî de peyvên nifrînê zêdetir bûne. Yek ji sedem vê yekê jî dibe ji ber peyvên nifrînê ya li dijî Sûriyeyiyan be."
'PÊNASEKIRINEK OBJEKTÎF PIR DIJWAR E'
Ensarî, destnîşan kir ku Peyva Nifrînê di cîhanê de lekolîna wê pir zahmet e û wiha berdewam kir: "Berî ev proje dest pê bike ev têgehên "Peyvên Nifrînê" li Tirkiye pir nedihat zanîn. Bi xêra vê yekê û xebatên saziyên cuda rojnamegerên peyvên nifrinê ava dikin van têgehan bikar tînin. Pir zahmet e mirov pênaseyek Objektif bike. Em bi rêk û pêk peyvên Nifrînê ya li dijî endamên LGBT-İ û jinan
dişopînin. Em di raporên xwe de bi mînakan cih didin van peyvan. Pir lîstikên peyvan tên lîstin. Li şûna jinek misliman peyva 'suslüman' dinivisin. Ev di rojnameyek pir muhafazar de tê nivîsandin.
DIVÊ ZIMANEKÎ NÛ BÊ AVAKIRIN
Ensarî destnîşan kir ku zimanê nifrînê tenê bi medya pêş nakeve û bi zimanê siyaset, hiqûq û jiyana rojane jî pêş dikeve. Ensarî destnîşan kir ku zimanê medya û yên din bandorê li ser hev dikin û Ensarî anî ziman ku ev ne tenê pirsgirêka Tirkiye ye û wiha got: "Ev pirsgirêkek gerdûnî ye. Kom bên guhertin jî Peyva Nifrînê nayê guhertin. Divê herî zêde di nava civakê de zanebûn, hişyarî û ferqilîbûn pêş bikeve. Divê di nava civakê de zimanekî nû bê avakirin û pêşxistin.
Ensarî, bal kişand ser medya civakî û înternetê jî û wiha got: "Divê bi taybetî li ser vê qadê jî xebat bê kirin. Zimanê nifrînê yê medya civakî zordariyê bi hêsanî belav dike. Ev bêtir talûke ye. Gotinek nifrînê ku kesek bikar bîne dikare rê li pêş lîncê jî veke.
Divê her kes li dijî zimanê peyva nifrînê têboşe. Divê li dijî van peyvan mînakên paş bê pêşkêşkirin. Ji bo vê yekê divê nûçegîhan, edîtor û rojnamger di ferqa peyvan de be û bi baldarî bigire dest. Divê li dijî peyvên nifrînê hemû civak di nava piştevanî û hestiyariyê de be.
Mehmet Şah Oruç - dihaber