AMED - Bi hewldana KNK'ê di navbera 15-16'ê Tîrmehê de bi tevlêbûna partiyên kurd, rewşenbîr, akademîsyen, kesayetên welatparêz û hin beşên cuda, Platrofma Yekitiya Neteweyî ya ji 300 kesî pêk tê hat avakirin û dê dest bi xebatan bike. Siyasetmedara kurd Mulkiye Bîrtane jî di vê xebatê de cih digire û got ku "Civîn ji bo yekitiya kurdan gavek e û rêya ku diçe kongreya netewyî ye."
Bi salan e ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd li hev bicive têkoşînek mezih hat dayîn, lê hêj ev daxwaza kurdan pêk nehatiye. Di sala 2013'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Hewlêrê hemû beş hatin gel hev û vê kombûnê hêviyên gelê kurd xurt kiribû, lê dîsa paşve hatibû xistin. Herî dawî bi hewldana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dîsa dest bi hewldanan kirin. Li ser banga KNK'ê ya j bo yekitiya neteweyî, stratejiya hevbeş û kongreyê, li çar parçeyên Kurdistanê hevdîtinên bi partiyan re pêk hatin. Di vê çarçoveyê de platformek hat avakirin. Platforma ku 300 kes tê de cih digirin, ji rewşenbîr, partiyên siyasî, akademîsyen, kesayetên welatparêz û hwd. pêk tê. Siyasetmedara kurd Mulkiye Bîrtane jî di vê platformê de cih digire û der barê xebat û armancên platformê de axivî.
‘PÊVAJO ALIYÊ KURDAN E’
Bîrtane aşekra kir ku nîqaşên der barê yekitiya neteweyî de ne nû ne, ev 10 sal in li ser yekitiya kurdan nîqaş tên kirin, lê ji ber hin sedem û pirsgirêkên navxweyî, ev pêk nehatiye. Bîrtane da zanîn ku ji sala 1999'an heta niha gelek hewldan pêk hatin, di sala 2013'an de li ber darxistina kongreyê bûne, lê konjoktora heyî rê nedaye vê yekê, îro dîsa yekitiya kurdan di rojeva rêxistinên li Kurdistanê de ye. Bîrtane got ku di hal î hazir de Herêmeke Federal a Kurdistanê heye, li Rojava jî pergalek tê hûnandin û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn şer û pevçûn dewam dike, di vê demê de destkeftiyên kurdan xweşa hêzên serdest naçe. Ji bo wê di her serdemê de destkeftiyên kurdan tên terorîzekirin. Niha pêvajo aliyê kurdan e, ev ji bo kurdan derfetek e."
‘CIVÎN GAVA BER BI YEKITIYA KURDAN E’
Bîrtane der barê referandûma dê di 25'ê Îlonê de li Herêma Federel a Kurdistanê pêk bê de jî axivî û ev tişt got: "Biryara referandûmê hem di qada neteweyî û hem jî navneteweyî de ji hêla hin beşan ve erênî nayê dîtin. Lê ya rast ev mafê her gelî ye ku xwe bi xwe bi rêve bibe. Dibe kêmasî hebin. Gelê Başûr biryara serxwebûnê girtiye û ev mijar demek dirêj e tê nîqaşkirin. Di pêvajoyeke wiha de dîsa nîqaşên kongreya neteweyî hatin rojevê. Bangên KNK'ê çêbûn û ji bo destpêkê kongre li hev bicive, biryara avakirina lijneyekê hat girtin. Ev civîn ji bo yekitiya kurdan gavek e."
‘JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ EV CIVÎN HÊVÎ BÛ’
Bîrtane piştrast kir ku civîna ji bo kongreya neteweyî, ji bo yekitiya gelê kurd e, ne xebata partî, sazî, an jî kesayetiyekê ye û wiha pê de çû: "KNK pêşengiya civîna lijneya yekitiyê dike û ev biryar sala çûyî di civîna lijneyê de hat girtin. Berî 10 rojan jî li Kerkukê bi sernavê 'Pirsgirêka kurdên li Başûr dijîn' civînek hat lidarxistin û hemû partiyên li Başûr beşdarî vê civînê bûn. Di vê çarçoveyê de KNK'ê jî HDP, KCD û em dawet kirin. Em jî çûn. Vê civînê hêviyekê xurt da me. Wekî civîna di sala 2013'an de hatibû kirin bû. Hin nêrîn hatin bipêşxistin. Me bi partiyên wekî PAK û PDK Bakur re jî hevdîtin pêk anî. Hemû partiyên li Başûr piştgirî dan û gotin em dê tev li bibin. Dê PDK, YNK, Goran, Partiya Çareseriyê û hemû partî tev li civînê bibin."
‘BÊYÎ KURDAN SERDEST NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIN’
Bîrtane bal kişand ser xebatên KNK’ê yên li Rojava û wiha got: “KNK li Rojava destekên mezin girt. Li Rojava hemû sazî û dezgeh amade ne. Bi bo yekîtiyê hevdîtin bi awayekî erênî derbas dibin. Di demek wiha de Rojava girîng e. Hemû hêzên serdest li ser axa Rojava prjoje û planên xwe amade dikin. Li ser axa Rojhilata Navîn yên herî têkoşer, berxwedêr û di warê dîplomasiyê de bi hêz in kurd in. Lê bêyî kurdan nikarin tiştek bikin. Heke ku kurd di vê pêvajoyê de yekîtiya xwe pêk bînin, dê hemû tişt bêtir hêsantir be.”
‘KURD WÊ BIBIN XWEDÎ STATU’
Bîrtane destnîşan kir ku di qonaxa ewil de her partiyek kurdan ji bo lîjneya yekîtiyê dikare endamek an jî 3 endamê xwe bişîne û ev yek jî dike 300 kes û avakirina Kongreya Neteweya Kurd wiha rêz kir: “Civakek ku ji 40 milyon pêk tê heye. Gelekî ku dabeşî çar parçeyan hatiye kirin heye. Kurd êdî dixwazin bibin xwedî statu. Li Rojava pergala federasyonê heye û encamê ber bi serkeftinê ve dibe. Mafê wan ê ku çarenûsa xwe diyar bikin heye. Em ê di vê kongreyê pirsgirêkan çareser bikin. Dê li ser navê kurdan kî siyaset bike. Dê li ser navê kurdan li qada netewî û navnatewî kurd xwedî gotinekî bin. Wê parlamentoyek kurdan hebe û pirsgirêka çareser bike. Ji ber em gelekî bê dewlet in ancax Neteweyên Yekbuyî (NY) dikare temsîliyeta me bike. Temsîliyetek wisa lazim e. Em ê pirsgirêka zimanê xwe dayikê çareser bikin û wê yekîtiyek wisa ava bibe. Yekîtiya ereb, tirk û farisan heye çima wê ya kurdan tune be. Ji ber vê yekê ev kongre û yekîtî pir girîng e.”
‘KONGRE AVA BIBE DÊ GELEK PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN’
Bîrtane da zanîn ku kongreyek kurdan bê avakirin piştî wê hêza parastinê jî dibe xwedî girîngiyek mezin û îro li gelek deverên Kurdistanê bi ruhek hevpar parastin tê kirin. Bîrtane ji bo parastinê jî ev tişt got: “Çima yekîneyên parastina kurdan bila tune bin. Dema Kobanê piştgiriya pêşmergeyan pêk hat. Dê sibê ev destek bêtir mezin bibe. Divê em vê bifikirin. Ji ber vî awayî jî Kongreya Netewa Kurd an jî yekîtiya kurdan dê hemû pirsgirêkên me netewbûnê çareser bikin. Wê parastin, ziman, çand, aborî, pêşeroj û gelek tiştên din bên çareserkirin. Tenê em yekîtiya xwe ava bikin. Divê em ji bo vê têkoşînê bidin meşandin. Yên mayî gelek hêsan in.”
‘KONGRE PÊK BIHATA ÊŞ NEDIHATIN KIŞANDIN’
Bîrtane anî ziman ku tecrîta li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan ev 20 didome û bi pêşniyarên Ocalan di sala 2013’an de Kognreya Neteweya Kurd gihîşt qonaxek girîng û lê ji ber hin sedeman pêk nehat. Bîrtane bibîr xist ku hewldanên yekîtiya kurdan ji sala 1993’an ve di serî de Ocalan, Barzanî û Talabanî hemû hêzên kurd nîqaşên dê pirsgirêka xwe netewî çareser bikin kirin û pergala li îro li Rojava tê meşandin fikrên Ocalan in. Bîrtane diyar kir ku divê ewil kurd yekîtiyê di nav xwe de ava bikin û pişt re jî bi hemû civak û netewên din re jiyanek azad ava bikin û dema ev pêk bê jixwe li cîhanê jî her kes tiştek wisa dixwaze. Bîrtane di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser hevdîtinên sala 2013’an ên li gelek deveran pêk hatin û heke ku kongre pêk bihata kurdan ewqas êş nedikişand.
‘EV SEDSAL DÊ BIBE SEDSALA KURDAN’
Bîrtane anî ziman ku dê ev sedsal bibe sedsala gelê kurd û ev pêvajoyek ku gelê kurd mafê xwe bi dest bixe û xwe azad bike ye. Bîrtane got ku jinên kurd li her deverî cih digirin û xwest jin jî bibin pêşengên yekîtiya kurdan. Bîrtane destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên kurdan çi dibe bila bibe divê divê vê kongreye bi serkeftî pêk bînin.
Azîz Oruç / Cîhan Başakçioglu - dîhaber