AGIRÎ – Balafirên şer ên F-16 li ser çiyayê Tendurekê firiyan. Hat diyar kirin ku fira kişfê kirine.
Balafirên şer ên F-16 li ser Çiyayê Tendurekê yê di navbera navçeyên Giyadîn û Bazid û Çaldêranê de ye, di saetên serê sibê de bê navber firiyan. Balafirên F-16 bi ser Giyadînê re derbas bûn û piştî demek dirêj li Tendurekê kifş kirin û paş de vegeriyan. Hat zanîn ku liv û tevgera balefiran 2 saet dewam kiriye.