Dadgeha Bilind pêşî li talana Cerattepeyê vekir

NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara der barê talana Cerattepeyê de ji hêla Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin. Parêzerê dozê Bedrettîn Kalin aşkera kir ku biryarek ew qas dijî edalet û qanûnan dibe.

Wezareta Bajarvanî û Derûdorê ji bo Herêma Zozanên Kafasorê ya Cerattepeyê ya Artvînê ji madenê re bê vekirin, rapora "Nirxandina Etîk a Derûdorê (ÇED) a Erênî" dabû, li ser vê gelê herêmê bertekekî tund dabû nîşan û ev bûbû doza herî mezin a der barê talana xwezayê de. Biryara "Li vir madenkarî dikare bê kirin" a ji hêla Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê ve hat dayîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hat qebûlkirin. Bi vê biryarê re li herêmê pêşî li talana xwezayê hat vekirin. Seroka Yeşîl Artvînê (Artvîna Kesk) Nur Neşe Karahan û parêzer Bedrettîn Kalin tev li "Meşa Edaletê" bûn û bertekên tund nîşanî biryarê dan.

Di rûniştinê de rêveberên Komeleya Yeşîl Artvînê biryara redd-î dozger xwestin. Lê daxwaza wan di heman rojê de ji hêla Dadgeha Îdarî ya Rîzeyê ve hat redkirin. Di biryara 45 rûpelî ya dadgehê de hat gotin ku piştî destûr hat xwestin, dikarin li daristanên dewletê her xebatên madenî bên kirin, ji bo biryara mijara gotinê jî hemû destûr hatiye xwestin û tiştekî li dijî zagonê tune.

KALIN: BIRYAREKE DIJÎ EDALETÊ YE

Parêzerê Komeleya Yeşîl Artvînê Bedrettîn Kalin, biryara Dadgeha Bilind nirxand û aşkera kir ku ew demek dirêj bû li benda biryarê bûn û wiha got: "Ev biryareke li gorî edalet û hiqûqê nîne. Ev biryareke wisa ye ku sefalet û rezalet derketiye ser hiqûqê. Biryarek ew qas ji dûrê hiqûq û edaletê nanabe. Ji 25 rûpelên biryarê, 19 rûpel tenê navê dozdaran derbas dibe."

KARAHAN: EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Seroka Komeleya Yeşîl Artvînê Nur Neşe Karahan jî got ku "Em a niha di Meşa Edaletê de ne" û wiha axivî: "Hêviyên me hebûn. Me biryarên berê dizanibû, lê em ew qas li bendê nebûn. Lê ev di biryara me de giştekî naguherîne. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê em qadên xwe yên jiyanî ji bo nivşên bên bihêlin. Ev bê hiqûqiya wan, wan girê dide. Em dê wekî gel têkoşîna xwe dewam bikin."