STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ya hatibû binçavkirin hat berdan.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya ku der barê wê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara bi zorê anîna dadgehê dabû li Stenbolê bi hinceta ku neçûye îfade nedaye hatibû binçavkirin. Kaya piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. Kaya ya ku di saetên nîvro de ji bo çalakiya Egîtîm Sen'ê ya li dijî KHK û OHAL'ê li Qada Beyazitê hat lidarxistin hatibû vir, piştî çalakiyê dema vedigeriya mala xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Kaya ya birin Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê piştî ku îfadeya wê hat girtin hat berdan.