Di îstîsmara zayendî ya li dijî zarok de biryarek mînak

MÊRSÎN - Li Mêrsînê di doza ku bersûc E.A. ji ber li dijî zaroka 11 salî H.D. îstîsmara zayendî pêk aniye de dadgehê biryarek mînak da û 63 sal cezayê girtîgehê da bersûc E.A.

Li Mêrsînê di 25'ê Tebaxê de bi hinceta ku E.A. li dijî zaroka 11 salî H.D. îstîsmara zayendî pêkaniye li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê doz hat vekirin û rûniştina biryarê îrohat dîtin. Bersûc E.A. ê girtî û parêzerê wî, malbata H.D. û parêzerên malbatê di rûniştina dozê de amade bûn. Her wiha parêzerên Navenda Mafê Zarokan a Baroya Mêrsînê jî doz şopandin.

Gelek nûnerên rêxistinên jinan ên ku heyeta dadgehê ne hiştin bikevin salonê jî encama darazê li ber deriyê dadgehê şopandin. Di rûniştinê de dozgerê komarê mutalaya derbarê bersûc de amade kirî aşkera kir. Dozger di mutalayê de xwest ku bersûc ji ber sûcên, "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan, veşartina sûc an jî veşartina delîlan, ji bo neyê girtin teşebûsa kuştinê kirin, kes ji azadiya wê bêpar hatiye hiştin" bê cezakirin.

Li ser vê mutalayê parêzerê mexdûr mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew tevlî mutalayê dibin û xwest bersûc bi cezayê bilind bê cezakirin. Heyeta dadgeha ku gotina dawî ji E.A. pirsî û E.A. got "ez poşmanim". Heyetê ji bo biryarê navber da rûniştinê û piştî navberê biryara xwe aşkera kir. Heyetê ji sûcên cuda bi giştî 63 sal cezayê girtîgehê li bersûc birî.

Piştî biryarê li ber deriyê dadgehê Civaknasa Navenda Jinan a ÎŞTAR'ê Fahriye Cengîz, daxuyaniyek da û diyar kir ku dayîna biryarek wiha mînake û divê di sûcên wiha de biryara kêmkirina ceza neyê dayîn.

ÇI ÇÊBÛBÛ?

Li Mêrsînê di 25'ê Tebaxê de li cihê kar Vatan Oto Yikama li taxa Merzecî ya Toroslarê zarokê 11 salî H.D. ku beriya du rojan dest bi kar kiribû ji aliyê E. Ateşel (229 ê ku li cihê kar dixebite ve ji bo xwarinê sibê şand firinê. Piştî H.D. çû E. Ateşel jî bi wesayîtê ket duv zarok, jêre got "ezê te bibin parkê bigerimîn" li wesayîtê siwar kir û îstîsmara zayendî li dijî zarok pêk anîn. Lê ji ber berxwedana zarok E. Ateşel bi ben xwest H.D. bikûje û H.D. ji ber teqlîdê mirinê kir rizgar bû. E. Ateşel ê ji cihê bûyerê reviya bi hewldana welatiyên derdor hat girtin û ji aliyê dadgehê ve jî biryara girtina wî hat dayîn.

08.12.2016 - 14:28:06