ENQERE - Di çalakiya "Em karê xwe dixwazin" de polîsan êrîşê çalakgeran kir, Nazîfe Onay bi gotina "Kamera li ku ne? Cihê ku kamera lê tune bin polîs gefan li min dixwe" qêrîn kir, li ser banga Onay, polîsan ew derb kir û binçav kirin. Ewlehiya taybet jî duh li ber MEB'ê Onay derb kiribûn.
Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça bi KHK'ê ji kar hatibûn avêtin, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo vegerin karê xwe dabûn destpêkirin, 120 roj e berdewam dike. Kedkarên ku ji bo piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça û hem jî ji bo vegerin karê xwe dabûn destpêkirin, di roja 240'an de li Kuçeya Karanfîlê li hev civiyan.
Kedkarên ku wekî her rojê xwestin li Kolaya Yukselê daxuyaniyê bidin, polîsan destûr neda. Çalakvanan xwest li Kolaya Karanfîlê û Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, lê polîsan êrîşê wan kir. Polîsan çalakvan bi erdê re kaşkirin, Nazîfe Onay binçav kir. Dema Onay dihat binçavkirin ev tişt got: "Nuriye û Semîh 120 roj e di grevê de ne. Ev 3 meh e di qirika wan re yek parî jî derbas nebûye. Laşê wan dihele. Dibe a niha agahiyek xirab ji girtîgehê bê. Dibe ku bêjin Nuriye û Semîh miriye. Rixmê vê jî Waliyê Enqereyê nahêle em daxuyaniyê bidin. Em dê kuçeya terk nekin. Dixwazin Nuriye û Semîh bidin ji bîrkirin."