STENBOL - "Doza parêzerên KCK'ê" ya 46 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têde tên darizandin, hat taloqkirin.
"Doza parêzerên KCK'ê" ya 46 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têde tên darizandin, rûniştina 8'emîn li 19'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Çaglayanê hat dîtin. Parêzerên bê girtî tên darizandin, Mehmet Sanî Kizilkaya, Îbrahîm Bîlmez, Nezahat Paşa, Faîk Ozgur Erol, Mustafa Eraslan, Asya Ulker û Mensur Işik tev li dozê bûn, heyeteke ji parêzerên fransî jî doz şopandin.
Di dozê de parêzer Faîk Ozgur Erol mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Dosyaya lêpirsînê ya bi hejmara 2010/521 bersiva wê ya muzakereyê kêm hatiye.Ez dê daxwazên xwe yên der barê vê beyanê de di celseya din de vebêjin. Ev doz ji bo me kumpas e û hemû agahiyên der barê wê de mafên min e"
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û doz taloqî 5'ê Kanûna 2017'an kir.