BALIKESÎR - Li Bandirmayê danê sibehê 18 xwendekar hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku îro danê sibehê polîsan 18 xwendekarên ku nû ji Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Balikesîrê mezûn bûne binçavkirine. Nehat zanînku ji bo çi xwendekar hatine binçavkirin û hat zanîn ku li Şaxa TEM'ê ya Balikesîrê tên ragirtin.